Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin 2021-10-14 13:34:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî îstifaya Alî Dûran Topûz, gelek nivîskaran jî derketina xwe ya ji Rojnameya Dûvarê ragihandin.    Piştî îstifakirina Gerînendeyê Giştî Alî Dûran Topûz a ji Rojnameya Dûvarê gelek nav li dû hev ji Dûvarê veqetiyan. Gelek rojnamevan û nivîskarên di rojnameyê de dixebitîn piştî îsitifakirina Topûz li ser hesabên xwe yên Twîtterê îstifaya xwe ragihandin.    Piştî Topuz, edîtora şef Duvar Englishê Cansû Çamlibel û nivîskarên rojnameyê Bahadir Ozgur, Şenay Aydemîr, Hakî Ozdal, Aydin Selcen, Hale Gontaş, Fehîm Tastekin, Ozgur Topuz, Ayşe Çavdar, Îrfan Aktan, Mûsa Ozûgûrlû, Azmî Karavelî, Kemal Can, Alî Riza Taşkale jî ragihandin ku êdî ew ê di rojnameyê de nenivisînin.    Alî Dûran Topûz ji sala 2016'an ve gerînendetiya giştî ya Dûvarê dikir.    DAXUYANIYA JI DÛVARÊ   Li aliyê din Rojnameya Dûvar, têkildarî îstifakirina Topûz û xebatkarên xwe yên piştî wî îtifa kirin daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî li ser navê Weşangeriya And’ê Vedat Zencîr ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê sazî dem bi dem xwe biguherînin gavên nû bavêjin û ev tişt hat gotin: “Divê ev ne bi armanca redkirina rabirdûyê be, berovajî wê hîn zêdetir bigire dest. Ev hewldan carinan di aliyê rêveberî û rêxistinî de biryarên nû dixwaze.”   Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu carî pirsa qurbankirina têgihiştina rojnamevaniyê ya Dûwarê nîne ku rastiyan bi rengekî serketî radixe pêş çavan û ev nirxandin hat kirin: “ Dûwar hêvî û pêşeroja hemû xebatkar û xwendevanên xwe ye. Bi ked û biryardariya hemûyan heta roja îro hatiye. Ji bo vê jî saziyeke ku divê her kes bi baldarî biparêze. Em bala xwendevanên xwe yên heta niha nîşan dane dinirxînin û bibiryar in ku bi navê rojnamevaniyê baştir bikin. Di demeke kurt de wê Dûwar xwe ji bo serkeftinên nû amade bike.”