Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn 2021-10-15 09:04:17 ÊLIH - Di 5 salên dawî de bi hinceta "Rewşa Awarte," "pandemî" û "qedexeya walîtîyê" 40 caran cezayê pereyî li Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz hat birîn.  Li Êlihê, ji sala 2016'an ve hema bibêje hemû daxuyanî, meş û mîtîngên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta "Rewşa Awarte," "pandemî" û "qedexeya walîtiyê" tên astengkirin. Kesên tevli çalakiya dibin an jî vê astengiyê protesto dikin cezayê pereyî li wan tê birîn. Di 5 salên dawî de li hin kesan 10, li hin kesan 17, li kesan 28 caran ceza hatiye birîn, lê herî zêde jî li Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, hatiye birîn. Di 5 salên dawî de 40 caran ceza li Korkmazê hatiye birîn.    Korkmaz, da zanîn ku cezayê lê hatiye birîn 11 hezar û 300 TL ye û heya niha ji van cezayan 13 jê dane û ji bo yên dinê jî îtiraz kiriye.    DIJÎ HIQÛQÊ NE   Korkmaz, destnîşan kir ku piştî îtirazan 3 ceza hatine betalkirin û got: "Xala 26'an a Qanûna Bingehîn dibêje, 'mafê her kesî ye ku fikir û ramanên xwe bi nivîskî, wêneyî an jî bi rêyine din bi tena serê xwe an jî bi awayekî giştî bîne ziman û belav bike.' Me jî ji ber ku bi awayekî demokratîk hikûmetê rexne kir, ev ceza li me hatin birîn."    JI BER PROTESTOKIRINA MÛSA ORHAN CEZA LÊ HAT BIRÎN   Korkmaz, diyar kir ku ji ber ku çawîşê pispor Mûsa Orhanê ku di 18'ê Tebaxa 2020'î de li navçeya Qubînê ya Êlihê tecawizî Îpek Erê kiribû û Îpek Erê ji ber vê xwe kuştibû, û ji ber daxuyaniya derbarê fesixkirina Peymana Stenbolê de ceza lê hatine birîn û got: "Ev ceza nîşan didin bê ku îqtidar çi qasî ji têkoşîna jinan ditirse. Li Êlihê ji zû de ye çalakî an bi destûrê tên kirin an jî qedexe ne. lê ev astengî tenê ji bo tên danîn. Li hemberî pêşengên civakê û bi taybetî nasnameya jinê êriş hene. Ev êriş carinan bi dozan carinan bi cezayên pereyî û carinan jî bi awayekî fizîkî tên kirin. Îqtidara ku êrişî destkeftiyên jinan dike, êrişê jinên li ver wê radibin dike. Lewma êrişeke pir dorfireh heye. Ji xeynî min li hin hevalên din ên jin jî cezayê pereyî tên birîn."    TÊKOŞÎN   Korkmaz, destnîşan kir ku êriş çi dibin bila bibin dê paş de gav neavêjin û dê li hemû qadên jiyanê bitêkoşin.   MA / Fethî Balaman