Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve 2021-10-19 10:10:04 ENQERE - Wezareta Karên Derve, sefîrên Amerîka, Almanya û Fransa jî di nav de sefîrên 10 welatên ji ber banga wan a "Demildest divê bê berdan" a ji bo Osman Kavala vexwend wezaretê.    Sefîrên Amerîka, Almanya, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norveç û Yenî Zelandayê, duh ji ber 4'emîn salvegera girtina Karsaz Osman Kavala daxuyaniyekê dabûn û bang li Tirkiyeyê kiribûn ku demildest Kavala berde. Wezareta Karên Derve ku bertek nîşanî vê banga sefîran dabû her deh sefîran vxwend wezaretê.