ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-20 09:00:15 * Rojnamevan Bêrîtan Zagros a ku geşedanan li Başurê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku Tirkiye û hevkarê wê PDK li herêmê têk diçe û got: "Dewleta Tirk di şerê Garê de têk çû. Bi riya PDK'ê xwest ku li Zap, Metîna û Avaşînê bi ser bikeve. Lê Tirkiye di şerê li dijî PKK'ê de têk diçe.”  * Li Licê çendî rezan bandor ji hişkesaliyê û germahiya zêde girtibin û berdarî kêm be jî, lê cardin şîre di sîtilan de tê kelandin û pê bastêq, dims û benî tên çêkirin.    * Di doza Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de, heqê wergêr jî li Çoban hat barkirin.    * Selva Taş, dayika girtiyê nexweş Fesîh Taş ê ku sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin, anî ziman ku gardiyan nahêlin girtî bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin.    * Peymana kar a 3 karkerên Şaredariya Agiriyê ku hat diyarkirin ji bo sendîkayê biguher,nin şaredar gef li wan xwariye, hat fesixkirin.    * Siyasetmedar Alî Yîgît, diyar kir ku bi deklerasyona HDP'ê re helwesta muxalfetê guheriye û lewma divê hemû rêgezên deklerasyonê ji civakê re bên vegotın.    * Hevserokê ÎHD'a Şaxa Mêrsînê Hakki Demîr, anî ziman ku pêkanîna lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yê sîrayetî nexweşxaneyan jî kiriye. Demîr, ragihand ku jineke girtî li odeya muayeneyê bi taciza eskerekî re rû bi rû maye.    * Farûk Adak ku dema lehiya Sînopê ajokariya qamyonê dikir, ji roja ku lehî rabûye ve agahî jê nayê girtin. Dayika Adak Fatma Adak bang li rayedaran kir ku aqûbeta wê kurê bê diyarkirin.    * Li navçeya Elkê ya Şirnexê Miduriyeta Riyên Bejahiyê di bin navê çêkirina rê de zirarê dide çem û xwezayê.    * Çalakiya Nobeta Edaleê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 226'emîn de berdewam bike.    * Rûniştina biryara doza 5 jê rojnamevan 8 kesên ji protestoyên tayînkirina qeyûm tên darizandin wê li Dadgeha Mêrdînê were lidarxistin. (10.00)   * Rûniştina doza Berdevka Demî ya TJA'yê  Ayşe Gokkan wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (11.10)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li otelek Enqereyê di çarçoveya "Hevdîtinên Budçeyê" de bi jinan re bicive. (17.00)