Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt 2021-10-20 09:03:22 AMED - Di doza Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de, heqê wergêr jî li Çoban hat barkirin.  Dadgehê heqê wergêr li Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat ku di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Îsmaîl Çoban bar kir.    Dozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2014'an de ji ber 15 nûçeyên di 9 hejmarên cuda yên rojnameyê de, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê Çoban de îdianeme amade kiribû. Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê jî di sala 2018'an de bi heman îdiayê 5 sal ceza li Çoban birîbû. Lê belê piştî ku Çoban îtiraz kiribû, Daîreya Ceza ya 3'yan a Herêmê ya Dîlokê biryara dadgehê xera kiribû.    Piştî vê biryarê doz ji nû ve dest pê kiribû. Çoban jî ku ji ber dosyeyeke din girtiye û di Girtîgeha Jimare 3 a Tarsûsê de ye, bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûbû. Çoban, xwestibû bi kurdî parastina xwe bike, lê serokê dadgehê daxwaza wî qebûl nekiribû û di zabitnameyê de wiha hatibû nivîsîn: "Bersûc pirsên serokê dadgehê yên bi tirkî bi zimanekî nehatiye fêmkirin bersivand."    Di danişîna dawîn a dozê de ku di 21'ê Hezîrana 2021'ê de hat lidarxistin, Çoban cardin bi kurdî parastina xwe kiribû û diyar kiribû ku nûçeyên wekî sûc tên hesibandin di çarçoveya kar û barên rojnamevaniyê de ne û lewma ne sûc in. Çoban, doza berata xwe kiribû.    Lê dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li Çoban birîbû.    HEQÊ WERGÊR JÎ XISTIN STUYÊ WÎ   Dadgehê di biryara xwe de 600 TL heqê pêzaniyê, 50 TL heqê sarfê, 350 TL heqê wergêr û 5.50 TL heqê teblîxatê jî di nav de bi giştî hezar û 5 lîre û 50 qurîş mesrefên darizandinê li Çoban bar kir.    MA / Omer Çelîk