Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin 2021-10-20 09:03:23 AMED - Selva Taş, dayika girtiyê nexweş Fesîh Taş ê ku sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin, anî ziman ku gardiyan nahêlin girtî bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin.  Di 2'yê Cotmehê de nêzî sed girtî bi hinceta "ewlehiyê" ji Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê sewqî girtîgehine cuda hatin kirin. Hin girtî sewqî Tekirdag, Antalya, Sîlîvrî, Bûca, Kiriklar, Şakran, Kocaelî, Bolû û Sîncanê hattin kirin û hin girtî jî nehat hînbûn sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin. Hat ragihandin ku di dema sewqkirinê de lêgerîna tazî û gelek binpêkirinên mafan li girtiyan hatine ferzkirin. Ji van girtiyan Fesîh Taş ê nexweş ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye, ji Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat kirin.    TENÊ KARIBÛYE BETANIYA XWE BI XWE RE BIBE   Dayik Selva Taş, bilêv kir ku piştî kurê wê hatiye sewqkirin bi hefteyekê pê hesiyaye ku kurê wê hatiye sewqkirin û kurê wê di dema sewqkirinê de tenê karibûye betaniya xwe bi xwe re bibe. Taş, da zanîn ku nexweşîna qelb bi kurê wê re heye û got: "Ji ber ku cezayê muebeda giran lê hatiye birîn, di hucreyeke yekkesî de ye û rojê tenê saetekê dikare biçe hewadariyê. Heqê wî yê telefonê jî du hefteyan carekê ye. Ava girtîgehê nayê vexwarin. Ji ber ku perê wan di wext de nadin wan, nikarin ji kantînê jî tiştekî bikirin û tî dimînin. Gava pereyan dişînim herî kêm sê caran telefonî girtîgehê dikim bê ka pere gihaştiye destê wî yan na."    GARDIYAN LI BER SERÊ WAN IN   Taş bilêv kir ku kurê wê gotiye "Li vira zext û zorî pir in. Gava em bi telefonê xeber didin jî gardiyan li cem me ne. Lewma nikarim bi rihetî biaxivim." Taş, da zanîn ku tevî kurê wê 9 girtî sewqî Sîncanê hatine kirin û wan xistine hucreyên dûr hev du. Taş, diyar kir ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li girtiyan hatiye ferzkirin û ji ber ku girtiyan qebûl nekiriye eskeran li wan xistiye.    Dayik Taş, got: "Sirf ji bo malbatan û girtiyan ji hev veqetînin û derûniya wan xirab bikin, wan sewqî cihên dûr dikin. Lê em malbat em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Li ku bin jî em ê biçin cem wan. Bila ji bîr nekin, qethiyen dê nikaribin vîna girtiyan bişikînin. Heya em sax bin, em ê li cem wan bin."    HEVDÎTINA VEKIRÎ ÇIMA QEDEXE YE?   Taş, ji bo qedexekirina hevdîtina vekirî ku ji ber pandemiyê hatibû qedexekirin û hê jî destûra wê nehatiye dayîn got: "Madem ji ber pandemiyê ye, nexwe çima li derve her der vekiriye? Tenê girtîgeh girtî ne. Em malbat aşî bûne û girtî jî aşî bûne. Lewma demildest divê hevdîtinê vekirî bên kirin."