Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin 2021-10-20 11:32:16   ŞIRNEX - Bi hinceta ku wê Waliyê Şirnexê bê navçeyê têketina Elkê ji bo demekê hat qedexekirin.   Bi hinceta ku wê Waliyê Şirnexê Ali Hamza Pehlivan bê navçeyê têketina Elkê ya bajar ji bo demekê hat girtin. Hat hînbûn ku wê Walî Pehlîvan ji bo avêtina asasê dibistana lîseyê ya li gundê Berzan bê çêkirin bê navçeyê û ji ber vê li gund têketina navçeyê hat girtin. Di têketina gund wesayît li dû hev rêz bûn û têketine wesayîtan a navçeyê demeke qedexe ye.