Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e 2021-10-20 12:14:12 RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne bang li Meclîsê kir û got: "Cihê kesên komkujî kirine ne Meclîs e."   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, di roja 226’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ku 45 kîlometre dûrî navenda Rihayê ye hat ber Edliyeyê û li “Kuncikê Edaletê” dest bi çalakiya nobetê kir.    ‘CIHÊ KUJER NE MECLÎS E’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê belav kir: “Sedema hebûna dewletê ew e ku ji bo welatiyan bi dadmendî tevbigere. Cihe kesê ku li nexweşxaneya dewletê komkujî pêk anî ne Parlamento ye. Bila Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê ava bikin. Bila bûyer bi berfirehî bê lêkolînkirin.”    ‘DOZGER Û DADGER ŞIRÎKÊ SÛC IN’   Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re çalakiyê berdewam dike destnîşan kir ku têkoşîna wan a edaletê di bin zilmê de berdewam dike û li edliyê hiqûq tune ye û dozger û dadgerên bêdeng manej î şirîkê sûc in. Şenyaşar da zanîn ku tevî sê sal di ser komkujiyê de derbas bûn jî Meclîsê lêkolînek pêk neaniye û Wezîrê Dadê û erkdarên wê naxwaze dengê wan bibihîzin. Şenyaşar xwest ku hiqûq û edalet bikeve dewrê û divê kes bêdeng nemîne.