5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin 2021-10-20 12:19:08 MÊRDÎN - Dadgehê derbarê 5 jê rojnamegerên ku dema tayînkirina qeyûm li Mêrdînê çalakiyan şopandibûn û hatibûn binçavkirin û derbarê wan de doz hatibû vekirin 8 kesan de biryara beraetê da.    Di sala 2019'an de dema ku qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin, gelek çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiyên ku di'ê tebaxê de li Mêrdînê hatibûn lêdarxistin de rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak û Mehmet Ete, Hamza Ete û Selîm Şîmdî hatibûn binçavkirin. Piştî 7 rojan hatibûn berdan û derbarê wan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Mehmet Selîm Şîmdî û rojnameger Ahmet Kanbal li danişînê amade bûn lê kesên din tevlî danişînê nebûn. Parêzer jî li danişînê amade bûn.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe xwend û ji bo her heştan jî beraetê xwest. Piştre parêzeran derbarê esasê de parastin kirin. Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û derbarê her heştan de jî biryara beraetkirinê da. Dadgehê, ji ber ku delîlên pêbawer û teqez nehatine dîtin biryara beraetê da.