SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin 2021-10-20 16:14:06   ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey diyar kir ku midurê girtîgehê ji hevseroka berê ya SES'ê ya girtî Gonul Erden re teklîfa “qawişa tu dixwazî têde bimînî biguher e” kiriye û Erden a niha di hucreya yek kesî de tê girtin, hatiye cezakirin.     Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES), têkildarî binpêkirinên mafan ên hevseroka berê ya SES'ê ya girtî Gonul Erden di girtîgehê de pê re rûbirû maye, li Navenda Giştî ya SES’ê civîna çapenmeniyê li dar xist. Li salona civînê pankarta “Em muameleya dijmirovahî ya ser Hevseroka me ya Giştî ya berê Gonul Erden a li girtîgehê qebûl nakin” hat daliqandin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî tevlî civînê bû.    Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey diyar kir ku Erden di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19’ê yên li Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Tîpa L-3 de 3 hefte piştî girtina wê di karantînayê de maye û wiha got: “Piştî ku testa wê ya Kovîd-19’ê neyînî derket, ew şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Li vê derê, hefteyekê di karantînayê de maye û piştî ku testa wê negatîf derket, jê hatiye xwestin ku der barê qawîşa ku dixwaze lê bimîne de daxwazname bide. Wê bi xwe bi awayekî nivîskî ragihandiye ku dixwaze li qawîşên jinên bi heman sûc girtîne bimîne. Dema 15’ê Cotmeha 2021’an de li bendê bû ku qawişa wê were guhertin, 5 saetan di hucreya yek kesî de hatiye girtin.”   BI ROJAN LI QAWIŞA TECRÎDÊ HAT GIRTIN   Atabey, da zanîn ku Erden di heman rojê de ji hucreyê hat derxistin û bi tena serê wê şandin beşa C-1’ê û di dawiya hefteyê de ew bi tena serê xwe li heman beşê tê ragirtin. Atabey, bi lêv kir ku midûr û gelek kesên din bi wê re hevdîtin kirine û jê re gotine ku qawîşa dixwaze lê bimîne biguherîne. Atabey diyar kir ku Erden ji van kesan re gotiye ku xwesteka wê nehatiye guhertin û wiha got: “Erden bi awayekî vekirî eşkere kiriye ku ev daxwaza wê were bi cih anîn. Piştî ku daxwaza wê nehatiye qebûlkirin careke din daxwazname şandiye. Di dema serdana parêzeran de ev rewş çend caran ji rêveberiya girtîgehê re hatiye ragihandin lê hê ti encam jê derneketiye. Beriya her tiştî em dixwazin diyar bikin ku nayê qebûlkirin ku girtiyekî bi awayekî keyfî 5 saetan di hucreya yek kesî de were girtin û bi rojan li qawîşa tecrîdê were hiştin.”   BI TECRÎDÊ TÊ CEZAKIRIN   Atabey, bal kişand ser rewşa Erden a ev meheke girtî ye bi hêceta pandemiyê di hucreya yek kesî de dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê navnîşana wê ya nameyan jî ne diyar e. Hevdîtina hevalên wê nedane destpêkirin. Ji ber vê yekê tekane têkiliya bi derve bi rêya parêzeran dibe. Hevala me ya bi neheqî hat girtin, careke din bi tecrîdkirinê tê xwestin bê cezakirin. Em ê li hemberî vê bêdeng nemînin. Hevala me ne bi tenê ye.”