ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-21 09:00:00 * Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku êrişek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê krîzê kûrtir bike û got: "Divê muxalefet li dijî tezkereya şer a ji Meclîsê re hatiye şandin bibe xwedî helwest." * Girtiyê nexweş Dagistan Ozturk ku di Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê de ye, ragihand ku çavek wî nabîne û yên din jî her diçe qels dibe.    * Hevserokê KAYY-DER'ê Ahmet Tuzun anî ziman ku li Çewligê "qirkirineke ekolojîk" rû dide û ji bo birîna daran jî got, ev yek perçeyek polîtîkaya ku herêm ji mirovan bê xalîkirin.   * Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ercan Yilmaz, diyar kir ku divê girtiyên nexweş bê şert û şirût bên berdan û ev mesele dê bi 0saziyên tenduristiyê yên serbixwe çareser bibe.     * Li Colemêrgê hezar û 962 roj in lidarxistina çalakiyan û xwepêşandanan qedexe ye. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestin ev qedexeyên tenê ji bo muxalefetê hatine danîn bên rakirin.    * Meclîsa Jinan a KESK'ê ji bo mijarên ku bi salan e nîqaş dikin pêk bîne li hev kom bû, biryar girt ku komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixe.    * Şaredariya Silopiyayê, dê "Mîhrîcana Şano û Zarokan" li dar bixe.    * PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de dê li Amedê bernameya îmzekirina pirtûkan li dar bixin.   * Esnaf, xwendekar û betalan, destnîşan kirin ku demildest divê ev îqtidar bê guherandin û gotin: "Quşxane dê hikûmetê hilweşîne."    * Malbata Şenyaşar wê nobeta xwe ya edaletê di roja 227'emîn de bidomîne.    * Rûniştina 5'emîn a Doza Kobanê wê di roja 3'emîn berdewam bike. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li navanda giştî ya partiya xwe wê derbarê mijarên di rojevê de civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00)   * Danişîna doza hunermend Ferhat Tûnç wê li 16'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Buyukçekmeceyê bê dîtin. (11.55)