Çavê girtiyê nexweş kor bû 2021-10-21 09:02:04 AGIRÎ - Girtiyê nexweş Dagistan Ozturk ku di Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê de ye, ragihand ku çavek wî nabîne û yên din jî her diçe qels dibe.  Li Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê girtiyê siyasî Dagistan Ozturk ku 28 sal in girtiye, telefonî malbata xwe kir û ragihand ku her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe. Çavekî Ozturk nabîne û çavê wî yên din jî her diçe qels dibe. Ozturkê ku nexweşîna mîdeyê jî pê re heye, ji bo girtiyên nexweş bang kir.    Birayê Ozturk endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûrat Ozturk, diyar kir ku ew bi xwe jî 16 salan di girtîgehê de maye û dewlet bi salan e bi awayekî pergalî girtiyan hedef digire. Ozturk, bilêv kir ku ji ber vê gelek nexweşîn li girtiyan peyda bûne û bertekên li dijî vê jî kêm û qels in. Ozturk got: "Îqtidar ji bo vê xwe li bêdengiyê datîne. Gelek girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Çavên birayên min xirabe ne û nexweşînên wî zêde bûne. Ev, bes ne ji bo birayê min tenê wiha ye. Em dixwazin girtiyên nexweş rojek berî rojekê bên berdan."    POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ   Ozturk, destnîşan kir ku girtiyên nexweş tên tecrîdkirin û tahdeya fizîkî û derûnî ya li ser girtiyan berdewama polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ozturk, anî ziman ku divê polîtîkaya tecrîdê bê şikandin û got: "Girtîgeh, bûne keleha berxwedana dîrokî. Lê em niha dibînin ku bi van polîtîkayan tê xwestin ku helwesta berxwedanê bê şikandin. Dixwazin bi şikandina vê berxwedanê encamekê bi dest bixin. Bi rastî di vî warî de ez û gelek kesên din divê xwe rexne bikin. Hema bibêje me ev hesasiyet ji bîr kiriye û ev yek kir ku zextên li girtîgehan zêde bibin."