ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe 2021-10-21 09:02:09 AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ercan Yilmaz, diyar kir ku divê girtiyên nexweş bê şert û şirût bên berdan û ev mesele dê bi saziyên tenduristiyê yên serbixwe çareser bibe.  Li gor daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkîyeyê nêzî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Li gor Qanûna Înfazê ya Ceza, ji bo ku girtiên nxweş li cem malbatên xwe bên tedawîkirin û bişert bên berdan, divê rapora wan a Saziya Tiba Edlî (ATK) hebe û destûra dzgerê herêmê hebe. Lê belê ev mekanîzmaya navbirî nayê şixulandin û tevî ku rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî girtî nayên berdan. Ji ber vê gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.   Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Şaxa Amedê Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku tekane çareseriya pirsgirêkê pêkanîna prosedura qanûnî ye.    TALOQKIRINA ÎNFAZÊ   Yilmaz, bibîr xist ku di xala 17'an a Qanûna Înfazê ya Ceza de taloqkirina înfazê ya ji ber nexweşînana hatiye destnîşankirin, lê belê ev xal bi tiştên vê dawiyê lê hatin zêdekirin, taqlokirina înfazê zehmetir kiriye. Yilmaz got: "Awayê ewil ê vê xalê, rapora 'girtî nikare di girtîgehê de hebûn' bû. Lê hin tişt lê hatin zêdekirin. Niha gava girtiyek îdia bike ku nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne, wê wî bişînin nexweşxaneyeke baş. Heger ew nexweşxane rapora 'girtî nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne' bide girtî, dozger qîma xw ebi vê nayne. Wî dişînin ATK'ê."    ASTENKIRINA BERDANÊ   Ercan, diyar kir ku heger ATK jî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" bide, vê carê dozger serî li midûriyeta polîsan a herêma ku girtî lê dimîne dide û got: "Dozger ji midûriyeta polîsan dipirse, 'ev kes ji bo civakê talûke ye yan na?' Tenê armancek vê pêkanînê heye. Ew jî, pêşî li ber girtiyên nexweş digire ku nikaribin kêliyên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin. Ji lew re em raporên midûrieta polîsan dibînin. Yanî ev yek bi înîsyatîfa midûriyeta polîsan hatiye girêdan. Rapor hebe, dozger dikare girtî/girtiyê berde, lê nake."   DUSTANDARDÎ   Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş "karbidestiya efûyê" ya serokkomar jî heye, lê belê divê serokkomar karbidestiya xwe ya di vî warî de bi awayekî bêalî bi kar bîne û bal kişand ser kiryarê bûyera Madimaka Sêwazê ku bi efûyyya serokkomar hatibû berdan û got: "Lê ji bo Mehmet Emîn Ozkan tiştek nayê kirin. Her wiha ji bo Ozkan cardin biryara jinûvedarizandinê hat dayîn. Niha Ozkan ne hikumxwar e. Dibe ku ji ber vê beraet bike. 27-28 sal in di girtîgehê de ye. Lê nayê berdan."    KOMEKE SERBIXWE   Yilmaz bal kişand ser ATK'ya ku pêşî li ber berdana girtiyan digire û got: "Gava dosyeyên girtiyên nexweş diçe ATK'ê, tê diyarkirin ku bê ka ji ber çi sûvî tê darizandin. Ev tiştekî çewt e. Ji lew re tişta ku liw ir bê nirxandin divê tenduristî be. Lê gava ATK dibîne girtî ji ber çi hatiye darizandin, derbarê kesên muxalif de biryareke erênî nade." Yilmaz, destnîşan kir ku divê cureya sûc ji ATK'ê re neyê şandin û ji xeynî ATK'ê sazî û komele serbixwe hebe ji xeynî ATK'ê.    BÊ ŞERT Û MERC DIVÊ BÊN BERDA   Yilmaz di dawiya axaftina xwe de ji bo berdana girtiyên nexweş got: "Meseleya girtiyên nexweş divê meseleyeke derî hemû konjukturên siyasî be. Teqez divê di pêvajoyên çareserî û demokratîk de nebin cihê bazarê. Ev, rewşeke mirovî ye. Di girtîgehan de bi dehan kesên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Celal Şeker hebû. Di asta herî dawî ya nexweşîna xwe de, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi dehan kesên bi vî rengî hene. Lewma divê rewşa girtiyên nexweş di ser hemû bazarên siyasî re be. Divê di çaçroveyeke mirovî de, li gor standardên navneteweyî û Pîvanên Mandela bê çareserkirin."    MA / Mehmet Erol