Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome 2021-10-21 09:06:43 COLEMÊRG - Li Colemêrgê hezar û 962 roj in lidarxistina çalakiyan û xwepêşandanan qedexe ye. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestin ev qedexeyên tenê ji bo muxalefetê hatine danîn bên rakirin.  Ji 13'ê Adara 2016'an heya niha li Colemêrgê û navçeyên wê, 15 rojan carekê lidarxistina çalakî, meş û xwepêşandanan tê qedexekirin. Ev yek ji bo çalakiyên AKP'ê ne derbasdar e, tenê ji bo derdorên muxalif derbasdar e. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr, xwestin ev qedexeyên tenê ji bo muxalefetê hatine danîn bên rakirin.    ‘WALÎ DI BIN KONTROLA PARTIYA ÎQTIDARÊ DE YE'   Parlementerê bajêr Saît Dede, destnîşan kir ku walî û qeymeqamên girêdayî pergala hikûmetê wekî serokên bajêr û navçeyan ên partiya îqtidarê dixebitin. Dede, anî ziman ku li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan tenê ji bo muxalifan derbasdar e û got: "armanca sereke ya van qedexeyan tepisandina dengê HDP'ê ye. Bi tu awayî nahêlin em daxuyaniyê bidin, meşekê li dar bixin û belavokan belav bikin. Lê ev ji bo AKP'Ê ne qedexe ye. Lê tiştekî wisa jî heye, çalakiyeke ku AKP li Colemêrgê bike tune ye. Ji lew re girseyeke AKP'ê tune ye. Lê kesek an jî du kes bin jî gava bixwazin daxuyaniyekê bikin an jî kongreyê li dar bixin, çi ji destê walîtiyê bê ji bo wan dike. Walî, guh li qanûnên dewletê nake, di bin kontrola partiya îqtidarê de hereket dike."    ‘GEL LI BER XWE DIDE'   Dede, anî ziman ku dê serî li ber qedexeyên walîtiyê netewînin û got: "ert û merc zor bin jî em hewl didin çalakiyên xwe bikin. Çendî zext û zorî hebin jî gelê me tevli çalakiyên me dibe. Gelê Colemêrgê li dijî qedexeyan li ber xwe dide."    CIHÊKARÎ   Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê Harîka Gunay Karataş, destnîşan kir ku qedexeyên li herêmê û li seranserê welêt belav bûne dijî hiqûqê ne û got: "Ev qedexe li Colemêrgê bûne, qedexenî rûtîn. Ev hem li dijî hiqûqê ye hem jî perçeyeke armancên siyasî ye. Ji lew re di rejîmên çewisîner de hiqûq, wekî darê zorê û amûra bîrdoziyê ya dewletê dixebite. Qedexekirina çalakiyan hem li dijî hiqûqê yye hem jî cihêkariyeke meizn di xwe de dihewîne. Çalakiyên karker û kedkaran ên ji bo mafên xwe dikin tên qedexekirin, lê ji bo yên AKP'ê û çîna sermayedaran tiştek nayê kirin. A rast bi vî awayî dixwazin pêşî li ber xebatên siyasî yên HDP'ê bigirin ku di nav gel de berbelav nebin."    ‘WALÎ SEROKÊ AKP'Ê YÊ BAJÊR E'   Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Ozan Çobanoglû jî bibîr xist ku ji Gulana 2016'an heya niha bi van qedexeyan re rû bi rû ne û ev tişt gotin: "Ev qedexe, dibin sedema binpêkirina gelek mafan. Gava welatiyek bi binpêkirineke mafan re rû bi rû bimîne, mafên wî/ê yê xwepêşandan û protestoyê tên astengkirin. Hema bibêje li sedî 90'ê bajarên Tirkiyeyê qedexeya çalakiyan tune ye. Li bajarênc uda gelek partiyên siyyasî, rêxistinên cuda daxuaniyan didin, lê li Colemêrgê tiştekî wisa ne pêkan e. Li vira Walî wekî Serokê AKP'ê yê bajêr hereket dike. Hema bibêje em hepsî şaxên xwe bûne. Em ÎHD, li dijî vê binpêkirinê çi ji destê me bê em ê bikin."    TAHDE   Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Tahîr Tekînalp jî anî ziman ku ev qedexe ji sala 2016'an heya niha bi biryarên kêfî yên walîtiyê didomin û got: "Ev qedexe ne di qanûna bingehîn ne jî di tu hiqûqê de hene. Hikûmeta AKP'ê, bi destê waliyan nahêle em xwe bigihînin gel û daxwazên xwe bînin ziman. Li bajarê me di warê hatina cem hev de, em bi tahde û zextên mezin re rû bi rû dimînin. Gava em daxuyaniyekê li ber sendîkaya xwe didin, bi sedan polîs dora me dorpêç dikin. Bi taybetî di 2 salên adwî de hemû xebatên ku me xwest em bikin hatin qedexekirin. Lê alîgirên îqtidarê gelek çalakiyan li dar dixin, lê kes vê qedexeyê nayne bîra wan."    ‘GEL TÊ TECRÎDKIRIN'   Hevseroka HDP'a navçeya navendî Sîbem Seven jî têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Ev qedexe û pêkanîn tenê ji bo HDP'ê hene. Hindik maye ji bo van qedexeyan bibêjin 'Dema lidarxistina çalakiyên HDP'ê 15 rojên din jî hat dirêjkirin.' Li ber partiya me çalakiyên provokatîf tên kirin, lê em nikarin daxuyaniyekê jî bidin. Li bajêr li hemberî HDP'ê polîtîkayeke taybet pêk tê. Li Colemêrgê, bi vî awayî 300 hezar kes tê tecrîdkirin. Gelê Colemêrgê tê tecrîdkirin. Ev qedexe dibin sedema zêdebûna bnpêkirinên mafan û mirina mirovan."