KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike 2021-10-21 10:10:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremûs diyar kir ku divê cenazeyên endamên HPG'ê yên di encama êrişên hêzên taybet ên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan bên kirin.    Pêşmergeyên Roj ên hêzên taybet ên PDK'ê li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe 5 endamên HPG’ê xistibûn kemînê û her 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Endamek HPG'ê ji êrişa PDK'ê rizgar bûbû ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re qala tiştên qewimîn kiribû. Piştî ku HPG'ê nasnameyên qurbaniyên êrîşa PDK'ê aşkere kiribûn, malbatan ji bo wergirtina cenazeyan ketibûn nava tevgerê. Lê belê tevî hemû hewldanên malbatan jî PDK cenazeyên HPG'yiyên jiyana xwe ji dest dane radestî malbatan nake.    GELO CENAZE RADESTÎ TIRKIYEYÊ HATIN KIRIN?   Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs têkildarî êrişên PDK’ê û nedayîna cenaze ya malbatan ji RojNewsê re axivî.  Qeremûs, êrişa PDK’ê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev şêwazê şehîdkirina gerîla ji pîvanên exlaqî dûr in û li dijî berjewendiyên gelê kurd in. Weke KNK’ê me hewl da ku PDK cenazeyan radestî malbatên wan bike.  Eger PDK van cenazeyan radestî malbatan neke, gelo wê demê cenaze radestî dewleta tirk a dagirker kirine? Eger bi vî awayî jî nebe, pêwîst bû piştî rojekê cenaze radestî malbatan bihata kirin.”   DIVÊ CENAZEYÊN GERILAYAN BIDIN   Qeremûs, xwest ku PDK demildest dest ji êrîşên xwe berde û ev bang kir: “Divê PDK hevkariya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Şerê li dijî kurdan ne di berjewendiyê kurdan de ye. Çalakiya malbatên gerîla ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka gelekî hêja ye. Em dixwazin PDK demildest cenazeyên gerîlayan bidin malbatên wan.”