AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da 2021-10-21 11:49:02 ENQERE - AYM’ê derbarê cezayê hepsê ku ji ber belavokên Newrozê li rêveberên Egîtîm Senê hatibû birîn biryara binpêkirinê da.    Li Mêrsînê di 20’ê adara 2012’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) xwestibû pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. Lê walîtiya Mêrsînê pîrozbahî qedexe kiribû. Piştî qedexekirina pîrozbahiyê rêveberên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Sakîne Esen Yilmaz û Mahîr Engîn Çelîk ku belavokên Newrozê belav kiribûn doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê li Çelîk û Yilmaz birîbû û Dadgeha Bilind ceza erê kiribû.    Li ser erêkirina ceza Çelîk û Yilmaz serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. AYM’ê piştî 5 salan biryara serlêdanê da û biryara binpêkirina mafê her du mamosteyan da û xwest 15 hezar lîre qerebû were dayîn.