Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir 2021-10-21 12:12:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Suriyeyê ku spasiya Parlamentoya Katalonyayê kir ev tişt got: "Naskirina wê ya Rêveberiya Xweser geşedaneke şênber e."   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî naskirina Parlamentoya Katalonyayê ya Rêveberiya Xweser daxuyanî da. Rêveberiya Xweser a spasiya Parlamentoya Katalonyayê kir, wiha got: “20'ê Cotmehê Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser bi awayekî siyasî nas kir. Naskirina Rêveberiya Xweser a ji aliyê parlamentoya herêma Katalonyayê ve, pêşketineke şênber e. Di çareserkirina aloziya Sûriyê de jî rastiya projeya Rêveberiya Xweser e ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên ku bi dehan salan di rêya biratî û demokrasiya gelan de di civakê de hatine paşguhkirin bike. Em spasîya hevalên xwe yên herêma Katalonyayê dikin. Em qîmetê didin helwesta wan a dîrokî. Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em soz didin ku em ê projeya xwe ya demokratîk bêtir pêş bixin û dewlemend bikin.”