Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye 2021-10-21 13:27:05 RIHA - Emîne Şenyaşar a lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, diyar kir ku 3 sal û 4 meh in êşa wê kêm nebûye û wiha got: “Êşa min weke roja ewil nû ye. 8 meh in li vir rûdinim heta ku hewce bike ez ê rûnim. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji vir neçim.” Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 227’emîn de didome. Bi destpêkirina mesaiyê re malbatê li “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.    ROJÊN WAN ZEHMET DERBAS DIBIN   Emîne Şenyaşar, ku ji 9 'ê Adarê û vir ve tevî zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê jî çalakiya xwe bênavber dewam dike, li dijî bêedaletiyê nerazîbûn nîşan da. Şenyaşar, bi lêv kir ku tişta bi serê malbata wê anîn “zilm e” û wiha got: “Rojên li ber edliyeyê dijwar in, lê divê em werin. Malbata min ji holê hat rakirin. Zivistan tê, sar dibe. Kurê min hê jî di girtîgehê de tê ragirtin. Yên zarokên me qetil kirin bila bên girtin. Çima nayên girtin?”    PIRSGIRÊKÊN WÊ YÊN TENDURISTIYÊ ZÊDE BÛN   Şenyaşar da zanîn ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê roj bi roj zêde dibin û wiha berdewam kir: “Em serê sibehê tên vê derê, êvarê dîsa diçin Pirsûsê. Nexweşiyên min zêde dibin. Di dilê min de janek heye. Bijîşk dibêjin ku divê ez ji çavên xwe emeliyat bin. Heta ku kurê min (Fadil Şenyaşar) ji girtîgehê dernekeve ez ê tedawî nebim.”   'EM DIXWAZIN BÊHNÊ BISTÎNIN'    Şenyaşar destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek mirovên rastî neheqiyê hatine hene û got: “Êdî bes e, niha em dixwazin her kes bêhnê bistîne. Li dijî tiştên me jiyan jî ji min re ceza dixwazin, doz li min vedikin. Malbatek xera kirin û hê jî zilmê dikin.”   ‘ÊŞÊ DIKIŞÎNIM’   Şenyaşar, diyar kir ku ligel 3 sal û 4 meh bi ser komkujiyê derbasbûn jî êşa wê kêm nebûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êşa min hêj weke roja ewil nû ye. Ez gelek êşê dikêşim. Ez her roj digirîm û wê çavên min kor bibin. Ev 8 meh in ez li vir rûdinim û heta ku hewce bike ez ê rûnim. Heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir neçim.”   JIYANA BÊEDALET NABE   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Wisa fikirîn ku di nava sê çar rojan de em ê dev ji nobeta xwe ya edaletê berdin. Fikirîn ku eger zextê bikin, em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Lê ev têkoşîna edaletê ye, bêyî wê jiyan nabe. Weke nan, weke av...”