ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir 2021-10-21 16:10:38   ENQERE - ÎHD'ê, derbarê tezkereyên operasyonên derveyî welat ku wê li meclisê hevdîtinên li ser dest pê bikin daxuyanî da û bang kir ku tezekere paşve bên kişandin û parlamenter di dengdanê de dengê "na" bi kar bînin.   Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê tezkereyên operasyonên derveyî welat ku wê li meclisê hevdîtinên li ser dest pê bikin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de ÎHD'ê destnîşan kir ku binasiya tezkereyan Pirsgirêka Kurd e û xwest ku Pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalogê bê çareserkirin. Her wiha ÎHD'ê bal kişand ser bîlançoya şer û da zanîn ku di nav 5 salan de ji ber şer 5 hezar 773 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 hezar û 497 kes jî birîndar bûne.    ÎHD'ê, daxuyaniya xwe de bang kir ku tezkere paşve bê kişand û ji parlamenteran daxwaz kir ku di dengdanê de dengê "na" bi kar bînin, destûr nedin tezkere derbas bibe û pêşî li êrişên nû vebibe.