Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye 2021-10-23 16:30:52   STENBOL – Hatîce Onaran di hefteya 500’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de axivî û got: “Ji bo em bibin dengê girtiyan hemû, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 500’emîn de xwest çalakiya “Rûniştina F” li Meydana Barbaros a Beşîktaşa Stenbolê li dar bixe. Walîtiya Stenbolê bi hêceta pandemiyê çalakî qedexe kir. Li ser vê yekê endamên Komîsyonê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî xwend.    TECRÎD DIDOME    Onaran bi bîr xist ku ew ji sala 2012’an ve dixwazin her cûre zextên li ser girtiyan û rewşa girtiyên nexweş ji raya giştî re radigîhinin û her ku diçe li girtîgehan rewşa tecrîdê giran dibe û tecrîd li ser tevahiya girtîgehan belav bûye.    WÊ BIBIN DENGÊ GIRTIYAN    Onaran destnîşan kir ku mafê xatirxwestinê yên girtiyên nexweş ên ji malbatên xwe tê astengkirin û beriya mirinên wan bi çend saetan tên berdan. Onaran anî ziman ku berdana girtiyên nexweş bi hêceta “ewlehiyê” tê astengkirin û ev yek wek şerma demokrasiyê ye. Onarak destnîşan kir ku girtî bi tenê tên hiştin û got: “Em ê li dijî îşkence û tecrîdê têbikoşin. Ji bo em bibin deng û bersiva daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin tevahiya girtiyên nexweş serbest werin berdan.”