QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da 2021-10-24 11:57:28   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD, diyar kir ku di encama êrişa SÎHA'yê ya Tirkiyeyê li Kobanê 3 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.    Navenda Çapemeniyê û Têkiliyan a Hêzên Sûriyeya Deokratîk (QSD), derbarê êrişa ku duh ji aliyê Tirkiyeyê ve bi SÎHA'yê li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatibû de daxuyanî da û ragihand ku di encama êrişê de 3 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) derbas kiriye; 3 endamên QSD'ê ku ji bo tedawiyê ji Sirînê çûne Kobanê dema vegerê êriş li dijî wan pêk hatiye û şervanên bi navê Hozan Qamişlo, Gelî Helep û Amed Efrîn jiyana xwe ji dest dane.