Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn 2021-10-24 14:48:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê maşîneya zirxî ya polisan li 6 wesayîtan qelibî û 3 kes birîndar kirin.    Li navçeya Sariyer a Stenbolê, maşîneyeke zirxî li ser kolana Maslak Buyukdereyê li 6 wesayîtan qelibî û qezaya traqfîqê pêk hat. Destpêkê maşîneya zirxî li darê qelibî û piştre li 6 wesayîtan qelibî û sekinî. Gelek tîmên tenduristiyê, agirkuj û polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 3 kesên ku di qezayê de birîndar bûn wan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Seyrantepe Hamidiye Etfalê. Ji ber qezayê ji bo demekê di trafîqê de astengî çêbû. Piştî ku maşîneya zirxî û wesayîtên ku maşîneya zirxî li wan qelibî hatin rakirin trafîq asayî bû.