Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin 2021-10-24 17:04:09   AMED - Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê Abdullah Karakaş di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Abdullah Karakaş, duh di serdegirtina polîsan a li mala xwe ya li Amedê de hat binçavkirin. Karakaş ku endamê berê yê Koma Azad e, piştî lêgerîna 4 saetan a li mala wî, hat binçavkirin. Di dema lêgerînê de arşîva muzîkê ya Karakaş jî hate desteserkirin.    Karakaş ê ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn li Miduriyeta Polîsan a Amedê tê ragirtin.