Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî 2021-10-25 09:06:07 AMED - Girtî Hamza Yildiz, diyar kir ku zextên li girtîgehan veguherîne êrişên fizîkî û ev bang kir: "Heke hûn naxwazin cenazeyên me derkevin, serî li cihên pêwîst bidin."   Zextên li girtîgehan, bi sevqkirin, lêdan û ferzkirina lêgerîna tazî didomin. Bi hinceta vîrûsa koronayê mafên girtiyan ên civakî yên mîna hevdîtina vekirî, werzîş, sohbet, qursan û tenduristiyê tên astengkirin. Zextên ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Ewlehiya Bilind a Amedê pêk tên gefê li jiyana girtiyan dixwin. Hamza Kaya ku li vê girtîgehê girtî ye, bi telefonê bi dayika xwe Turkan Yildiz re axivî û zextên ku li wan tên kirin vegot. Kaya ku bi sûcdariya "emdamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û ji sala 2017'an ve girtî ye, ji dayika xwe re ragihand ku zextên li dijî wan her roja ku derbas dibe zêde dibin û vediguherin êrişên fizîkî.   'HEKE HÛN NAXWAZIN CENAZEYÊ ME DERKEVIN...'   Dayik Yildiz, vegotinên kurê xwe wiha ragihand: "Di bin navê lêgerînê de destpêkê leşker û piştre jî gardiyan bi ser qawişên wan de digirin. Dema serdegirtinê li wî û hevalekî wî didin. Got ku li vir zext gelek zêde bûne, heke hûn naxwazin cenazeyê me ji vir derkeve, serî li hemû saziyên sivîl bidin û di vê mijarê de banga hestyariyê li gelê me bikin. Beriya 4 mehan dema ku bi ser qawişê de digirin kurê min binpêkirinên mafên wan ji dozger re vedibêje. Dozger jî jê re dibêje ku ji wî re çi wî eleqe nakin. Heke dozgerek vê bibêje wê kesekî din êdî çi bibêje."    TECRÎDA DI NAV TECRÎDÊ DE   Yildiz, destnîşan kir ku sînorkirinên vîrûsa koronayê didomîn û sal û nîvekê zêdetir e li girtîgehê hevdîtina vekirî, werzîş, sohbet, qurs hatine rakirin û tecrîda di nav tecrîdê de bi girtiyan didin jiyîn û ev pirs kirin: "Madem pandemî heye çima bergirî ji bo gardiyanan nayên girtin û li girtîgehê berdevk nadin ber devê xwe? Dema ku em diçin hevdîtinê çima gardiyan û personelên din bêberdevk digerin? Gardiyan diçin malên xwe, li derve her der vekirî ye, otobus heta dawiyê têje ne, dewet tên kirin, eywanên dewetan vekirî ne, gelo li van deran pandemî tune ye? Ev der vekirî ne, lê dema ku dor tê girtîgehan pandemî tê hişê wan? Tenê cihê girtî girtîgeh in. Ev nayê qebûlkirin."   'XWARIN KÊM IN Û NE PAQIJ IN'   Di berdewamê de Yildiz, da zanîn ku hevdîtinên girtîgehan bi 2 kesan hatine sînordarkirin û di têketina girtîgehan de gelek caran di lêgerînan re tên derbaskirin û ev tişt anîn ziman: "Pirsgirêkeke din jî qotaya kincan e. Ji ber qotaya kincan em nikarin ji zarokên xwe re kincan jî bibin. Êdî zivistan e û kinc mîna havînê zû ziwa nabin. Em daxwaz dikin ku qotaya kincan rabe. Xwarinên ku didin jî kêm in û ne paqij in. Ji ber vê di devên girtiyan de birîn çêbûne û zikê wan diêşin."   BANGA HESTYARIYÊ   Yildiz, daxwaza kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û ev bang kirin: "Zarokên me ne ji bo malbatekê di girtîgehê de ne, ji bo vî gelî di girtîgehê de ne. Çi dibe bila bibe, em li cem zarokên xwe ne û bi wan serbilind in. Rêxistinên sivîl dibin, gelê me yê li vir dibe, gelê me yê li Ewropayê dibe, bang dikim ku raya giştî ya navneteweyî ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hestyar bin. Ji bo bi dawîkirina van binpêkirinan dixwazim ku gavên pêwîst bên avêtin."   MA / Mehmet Guleş