Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir 2021-10-25 09:06:10 MÊRDÎN - Dadgeha Bilind, biryara "bêcezakirinê" ya derbarê 4 polisên ku Mehmet Emîn Gezer ê ji bo pirskirina faîlên birayê xwe yê di Serhildanên Kobanê de hatibû qetilkirin çûbû qereqolê bi giranî birîndar kiribûn de betal kir û beraata polisan xwest. Di çalakiyên protestoyî yên sala 2014 piştî êrişên DAIŞ'ê yên li djî Kobanê dest pê kirin de zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî hatin binçavkirin. Di van çalekiyên ku weke "Serhildanên Kobanê yên 6-9'ê Cotmehê" derbasî dîrokê bûn de yek ji kesên ku hat qetilkirin Bîlal Gezer bû. Gezer, 7'ê cotmehê de li navçeya Kerboran a Mêrdînê hat qetilkirin û ji ber ku lêpirsîneke bibandor derbarê qetilkirina wî de nehat kirin faîlên wî derneketin holê û dosya wî jî veşarî tê hiştin.  Mehmet Emîn Gezer ê ku xwest faîlên kekê wî bên dîtin çû Qereqola Polisan a Kerboranê, li ber derê qereqolê ji pişta xwe ve hate gulebarankirin û felcî ma.    GULE TESPÎT KIRINE LÊ ÇEKÊ NA   Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin de derbarê 4 polisên tevgera taybet de bi sûcdariya "kuştina qestî" li Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê doz hat vekirin. Her çar polisan angaşt kir ku "gule berdane hewa". Di dema darizandinê de hat tespîtkirin ku bersûc çend fîşekan bi kar tînin û kîjan guleyan bi kar tînin, lê nehat tespîtkirin ku fîşeka di laşê Gezer de jî kîjan çekê ye. Di sala 2016'an de dema ku doz bi dawî bû, dadgehê biryar da ku derbarê polisên tevgera taybet O.A., M.K., M.Ç û A.T de "ji bo cezakirinê cih tune ye". Dadgehê, hinceta biryara xwe spart agahiyên îstîxbaratî yên beriya bûyerê û êrîşa bi wesayita bombebarkirî ya li dijî navenda polîsan li navçeyê rû dabû.    DADGEHA BILIND GOT 'ŞAŞÎ' YE   Piştî biryarê Gezer û parêzerên din ku tevlî bûn, bi daxwaza ku biryar bê xerakirin û bersûc bên cezakirin dosyayê birin Dadgeha Bilind. Parêzerên bersûcan jî bi daxwaza beraetê serî li Dadgeha Bilind dan. 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, biryara xwe ya derbarê dosyayê de aşkera kir û daxwaza parêzerê bersûcan "di cih de" dît û diyar kir ku bûyer di encama "xetayeke çarenebûn" de pêk hatiye. Dadgeha Bilind, îtîraza parêzerên bersûcan qebûl kir û biryara dadgeha herêmî ya "bêcezakirinê" xera kir û ji bo ku biryara beraetê bê dayîn careke din dosyayê ji dadgeha herêmî re şand.    BÊCEZAKIRIN WAN WÊREK DIKE   Parêzer Ahmet Arikan, biryarên dadgeha herêmî û Dadgeha Bilind nirxand û diyar kir ku bi "qesta kuştinê" Emîn Gezer hatiye gulebarankirin û birîndar bûye û felcî bûye. Arikan, da zanîn ku li cihê bûyerê di seriya 30 fîşekên ku ji çekên lûle dirêj derketine hatine tespîtkirin û got ku biryara "bêcezakirinê" ya  dadgeha herêmî ji bo bersûcan xelat e û biryara Dadgeha Bilind jî bûye xelata duyemîn. Arikan, bi lêv kir ku biryar di hêla hiqûqê de nikare bê aşkerakirin û destnîşan kir ku li gorî biryara dadgehê çalakiya bersûcan sûc e lê ji ber şertên ku têdebûne pêwistî bi ceza dayînê nehatiye dîtin. Li gorî biryara Dadgeha Bilind jî bûyer ne sûc e. Di sûcên ku ji aliyê polis û leşkeran ve pêk tên de polîtîkaya bêcezahiştinê tê sepandin. Polis û leşker jî ji vê sûd digirin û bêtir sûcan dikin.    GEZER: HEVIYA ME YA EDLAETÊ PÊK NEHAT   Emîn Gezer ku di êrişê de bi giranî birîndar bû jî diyar kir hatiye tespîtkirin ku dema bûyerê 14 polisan gule berdaye lê tenê derbarê 4 polisan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha got: "Di îfadeyên polisan hatiye diyarkirin ku bêçek bûne lê hatiye gotin ku "îxbar" hebûye. Têketineke Kerboranê heye. Derketina wê jî wê demê tunebû, hê nû çêkirine. Madem ku îxbar hebûye wê demê têketinê bigirtina wê pêşî li talûkeyê bigirtina. Ji ber vê ev hemû çêker in. Ji destpêka dozê ve hêviyeke me ya edaletê tunebû. Hûn herin ji zarokekî biçûk re jî bibêjin wê bêedaletiyê ji we re vebêje. Ji ber vê em ji bo biryara hatiye dayîn matmayî neman. Li Tirkiyeyê saziya herî jê nayê bawerkirin daraz tê."   MA / Ahmet Kanbal