Parêzerên doza Denîz Poyraz: Kujer 27 caran li Miduriyeta Polîsan geriyaye 2021-10-25 14:24:07   ÎZMÎR - Parêzerên Doza Denîz Poyraz diyar kirin ku Oner Gencer ku êrişî avahiya HDP’ê kir û Denîz Poyraz qetil kir beriya êrişê 27 car li Miduriyeta Polîsan a Bajêr geriyaye û ev yek rewşek asayî nîşan nade.    Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê ku parêzeriya Doza Denîz Poyraz dikin, têkildarî îdianameya dozê ku hatiye amadekirin li hotêlek bajêr civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêveberên HDP’ê jî beşdarî civînê bûn.    Di civînê de ewil parêzer Turkan Aslan Agaç axivî û got dozger û polîsan bi awayek cidî li ser cînayetê lêkolîn nekirine. Aslan Agaç got ew dikarin mînaka vê yekê jî cihê bûyerê ku li navenda bajêr pêk hatiye û tevî ku polîs li wir hebûne jî mudaxile nekirine nîşan bidin û nebûna agahiyên  îstîxbaratê jî wan bêtir dide fikirandin.    ‘ÇENTE NEXISTINE GIRTEKÊ’    Agaç da zanîn ku derbarê polîsan de ji ber wezîfeya xwe pêk neanîne lêpirsîn nehatiye destpêkirin û li cihê bûyerê lêkolînek berfireh nehatiye kirn û çenteyê di destê kujer Onur Gencer de jî li girtekê nehatiye zêdekirin. Agaç heke lêkolîn baş neyê kirin wê berevajî vê di nava raya giştî de were gotin ku hin delîl tên tunekirin.    ‘DOZGER JI BO TELEFONÊ TU TIŞTEK NEKIR’    Agaç anî zimna ku di dema binçavan de polîs bi awayek kêfxweş nêzî kujer bûne û gotina polîs a “navê te çi ye kekê min” jî her tiştî radixe ber çavan. Agaç got kêliya ku kujer di binçavan de bûye wêneyên hesabê wî yê înstegramê jê hatine birin û her wan daxwaz û serlêdan kiriye ku telefona kujer were lêkolînkirin jî lê bes daxwaza wan nehatiye cih û lêkolîn nehatiye kirin.    27 CARN LI MIDURIYETA POLÎSAN GERIYAYE    Agaç destnîşan kir ku di lêkolîna HTS’ê de hatiye tespîtkirin ku kujer beriya êrişê di dîrokên cuda de 27 caran li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê geriyaye û wiha got: “Kujer li ser hev geriyaye û bi taybetî lêgerînên wî yên di hefteyê dawî de eşkere xuya dibe ku ev ne ji rêzê ye. Lewma em dibêjin ku kujer li Miduriyeta Polîsan bi kê û kîjan kesan re axivî ye û naverok axaftina wan çi bûye. Ev yek girîng e. Divê emniyet van axaftinan û kesan tespît bike. Ji bo ev were kirin me daxwaz kir ku agahî li dosyeyê werin zêdekirin. Lê bes derbarê vê mijarê de lêkolîn nehatiye kirin û lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”    TÊKILIYA WÎ BI NIJADPERESTAN RE HEYE    Agaç anî ziman ku di îdianameyê de rewşa siyasî hatiye piştguhkirin û cihgirtina êrişkar a di nava rêxistina sûc a dewletê de û têkiliya wî ya bi rêxistinên bi wî rengî re nehatiye lêkolînkirin. Agaç destnîşan kir ku êrişkar-kujer pir eşkere di wêneyê li ser medya civakî parve kiriye de îşareta nijapderest nîşan daye û ev niyeta wî ya siyasî radixe ber çavan. Agaç da zanîn ku di qeydên HTS’ê de jî derketiye holê ku li ser medya civakî têkiliya kujer bi kesên netewperest-nijadperest re heye lê belê dozger û polîsan di vî warî de tu lêkolînek nekirine.    ‘ÊRIŞ BI PLANKIRÎ BÛYE’    Ji parêzerên dozê Îmdat Ataş jî anî ziman ku dema ew li her hûrguliyê doznameyê dinêrin tê dîtin ku cînayetek siyasî ye û qisûra îqtidarê jî di vê cînayetê de heye. Ataş destnîşan kir ku di hundirê dosyeya dozê de jî tê dîtin ku êrişkar demek dirêj li ser vê êrişê xebitî ye û plansaziya wê kiriy.e    ‘DEWLET BERPIRSIYAR E’   Ataş diyar kir ku tê xwestin berî ku lêpirsîn were kûrkirin ser dozê were girtin û got: “Dewletê mafê jiyanê binpê kiriye. Ji bo astengkirina xebatên partiya siyasî bi alî tevgeriyaye. Berpirsiyariya îdareyê pir eşkere ye. Ne mimkin e ku cînayetek wiha bêyî agahiya dewletê were kirin. Cînayeta Hrant Dînk jî mînaka vê yekê ye. Em wextê darizandinê jî bêjin ku êrişkar ne bi tenê ye û cînayetek organîzekirî bûye. Wê ji bo ronîkirina bûyerê hewldanên me bidomin.”