Dema xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin 2021-10-25 14:40:48   WAN - Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç û Nûnera TÎHV'ê Sevîm Çîçek, li ber nexweşxaneya ku xwestin lê daxuyanî bidin hatin binçavkirin.    Li navçeya Çankaya ya Enqerê, bijîjk Rumeysa Şen, piştî ku 36 saet nobet girtibû û dema ku vegeriyabû mala xwe qezaya trafîqê derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Li Wanê hat xwestin ku derbarê mirina bijîjk Şen de li ber Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil'ê daxuyanî bê dayîn. Polisan biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê ku ji sala 2016'an ve didome hincet nîşan da û destûr neda ku kedkarên tenduristiyê daxuyanî bidin û mudaxaleyî wan kir. Di mudaxaleyê de polisan Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç û Nûnera TÎHV'ê Sevîm Çîçek binçav kirin.    Hat hînbûn ku polisan Yavîç û Çîçek piştî kontrola tenduristiyê birine Miduriyeta Polisan a Wanê.