ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-26 09:00:16 * Li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya ku Dayikên Aştiyê daye destpêkirin di roja xwe ya 21'an de didome. Jinên ku di çalakiyê de cih digirin axivin û gotin: "Heta ku em cenazeyan wernegirin em ê ji vir neçin." * Li gundê Çêlik ê Kerboranê, hin erazî ji ber bendava Ilisûyê di bin avê de mabûn. Ji ber vê dewletê heqê îstimlaqê dabû xwediyên eraziyan, lê piştî ku ev ziwa bû, dewletê doza heqê îstimlaqa ku dabû li xwediyê eraziyan kir.    * Hevseroka Egîtîm Sena Şaxa Jimare 1'an a Amedê Emîne Akşahîn, diyar kir ku 10 mamoste û 28 xwendekar bi Covîd-19'ê ketine û dibistan veguherîne qadên berbelavbûna koronayê.   * Gundê Gozelî yê Amedê 51 sal in bê av e. Şêniyên gund bang li rayedaran kirin ku sozên xwe bi cî bînin.    * Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Abdûrrahman Serttaş a navçeya Yazixanê, her roj di rêyên talûke re diçin û tên.    * Komeleya Lêkolînên Kurdî, di dema pandemiyê de bi awayekî onlayn dersa da 3 hezar kesî. Hevserokê komeleyê Eyup Sûbaşi, got: "Dewlet dixwaze pêwendîya kurdan a bi zimanê wan re qut bike, lê em dikarin bi xwedîderketina li ziman bersiva vê yekê bidin."    * Serokê Genel-Îşê yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku krîza aborî kiriye ku civak bipeqe. Goksoy, destnîşan kir ku heya meseleya kurdî neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên din jî çareser nebin.   * Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa, destnîşan kir ku armanca binpêkirinên mafan ên li girtîgehan teslîmgirtina vîna girtiyan e. Vefa got, li girtîgehan DAIŞ'iyan dixin qawîşên girtiyên siyasî.    * Li gundê Hemka yê bi ser navçeya Elkê ve welatiyê bi navê Hamît Acer yê 70 salî 17 sal in bêyî av vexwarinê dijî.   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 232'yemîn de berdewam bike.    * Rûşen Tutku yê 29 sal di hepsê de ma û hat berdan wê li Dadgeha Amedê dîsa derkeve pêşberî dadger. (09.00-17.00)   * Rûniştina 5'emîn a Doza Kobanê wê di roja 6'emîn de berdewam bike. (10.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê wê têkildarî roja mafê nexweşan li avahiyên xwe wê civînên çapemeniyê li dar bixin (12.30)   * Wê li Desteya Giştî ya Meclîsê li ser tezkereya Sûriyê û Iraqê tê payîn ku dirêj bibe, hevdîtin were kirin. (15.00)   * MHP, HPD û CHP wê li Meclîsê komcivînên xwe li dar bixin. (10.45/12.45/13.30)   * Danişîna doza derbarê Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Omsan Akin û nivîskar Veysî Sarisozen de hatiye vekirin wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)