Piştî ava bendavê kêm bû, doza heqê îstimlaqê li gundiyan kirin 2021-10-26 09:06:59 MÊRDÎN - Li gundê Çêlik ê Kerboranê, hin erazî ji ber bendava Ilisûyê di bin avê de mabûn. Ji ber vê dewletê heqê îstimlaqê dabû xwediyên eraziyan, lê piştî ku ev ziwa bû, dewletê doza heqê îstimlaqa ku dabû li xwediyê eraziyan kir.  Wezareta Hawirdor û Bajarsazîyê, di sala 2015'an da bi hinceta ku dê hin erazî û deverên mezrika Miştê ya gundê Çêlikê yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, di bin ava Bendava Ilisûyê ya ku HEskîfa dîrokî daqurtan de bimînin, ew îstimlaq kiribûn. Piştî ku bendav hatibû çêkirin gelek deverên mezirkê di bin avê de mabûn û ava bendavê jî 10 metreyan bilidn bûbû. Lê belê piştî wextekê ava bendavê kêm bû. Bi kêmbûna ava bendavê re wezaretê bi hinceta ku ji van eraziyan hin jê dê di bin avê de nemînin, doza heqê îstimlaqê yê ku dabû kir.    HERÊM HAT TALANKIRIN   Şêniyê gund Yucel Kaya, anî ziman ku gundê wan gundekî dîrokî ye û di salên 90'an de hatiyye valakirin, lê paşê piştî hin malbat cardin vegeriyan e, gund dîsa şên bûye. Kaya, diyar kir ku berê debara xwe b çandinî û sewalvaniyê dikirin, lê belê bi projeya bendavê re herêma wan hatiye talankirin.   Kaya, eraziyên di bin avê de mane nîşan da û bilêv kir ku berê tevahiya herêmê eraziyên avî bûn û gundiyan debara xwe bi baxçe û eraziyan dikir. Kaya, diyar kir ku ji ber Bendava Ilisûyê li herêma av bilind bûye, ê belê paşê kêm bûye û bi vî awayî hem gundî hem jî herêm xisiriye. Kaya, destnîşan kir ku heya niha tu mifha bendavê negihaştiye wan û berevajî wê, gundî pir zêde mexdûr bûne.    Kaya, destnîşan kir ku niha dwlet doza heqê îstimlaqê dike ji bo erdên di bin avê de nemane. Kaya, anî ziman ku her wiha ji ber avê, hin gundî nikarin biçin nav erdên xwe jî û divê ev xisara hatiye kirin bê safîkirin.    MA / Ahmet Kanbal