Gozelîya ku avê dide Amedê 51 sal in bêav e! 2021-10-26 09:07:00 AMED - Gundê Gozelî yê Amedê 51 sal in bê av e. Şêniyên gund bang li rayedaran kirin ku sozên xwe bi cî bînin.  Gundê Gozelî yê navçeya Peyas a Amedê, di sala 1970'yî de bi hinceta ku pêdiviya avê ya navçeya bajêr peyda dike, wekî qada SÎT'ê hatibû îlankirin. Çendî ku gund 100 metreyî dûrî Hewzeya Hemrewatê ye ku ava bajêr ji bir tê peydakirin, 51 sal in bê av e. Hin şêniyên gundê ku 400 mal lê ne, li gor quweta xwe sondaj çêkirine û yên ku derfetên wan tune ne jî avê ji bîrên derdora gund peyda dikin.    51 SAL E BÊ AV E   Tanzîle Zîncîrlî (65) anî ziman ku di 14 saliya xwe de zewiciye û hatiyye vî gundî û ji wê çaxê heya niha ev pirsgirêk heye. Zîncîrlî, destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha meseleya avê nehatiye safîkirin. Zîncîrlî, diyar kir ku ji bo vê pirsgirêkê gelek rayedar hatine gund û soz dane ku dê hel bikin, lê belê hê jî nehatiye helkirin.    Zîncîrlî, bilêv kir ku di her wexta hilbijartinê de siyasetmedar tên gund û soz didin, lê piştî hilbijartinê diqede soza xwe ji bîr dikin û xwest rojek berî rojekê ev pirsgirêk bê çareserkirin.    Sûltan Zîncîrlî jî destnîşan kir ku kaniya avê li gundê wan e, lê dîsa jî bê av hatine hiştin û got: "Ava Amedê hemû ji vî gundî diçe Amedê, lê ji bo me tune ye. Ên ku pereyên wan hene ji xwe re sondaj lêxistin. Ên pereyê wan tune ne jî diçin bi metereyan avê ji bîrên gund dikişînin. Îsal ji be rhişkesaliyê ava bîran jî tune bû û em bê av man."    Abdûrrahîm Sabak jî anî ziman ku 15 roj berê Qeymeqamê Peyasê hatiyye gund û soz daye ku dê meseleya avê çareser bike. Sabak, diyar kir ku DSÎ'yê careke din bi hinceta "hewzeya avê' av nedaye gund.    Şêniya gund Muslume Kolkaç (60) jî anî ziman ku gelek caran ji bo vê pirsgirêkê daxwazname nivîsîne, lê belê pirsgirêk nehatiye çareserkirin û ji bo vê meş û çalakiyên protestokirinê li dar xistine. Kolkaç, diyar kir ku kes dengê wan nabihîse û got: "Beriya her hilbijartinê ev mesele tê bîra wan, lê piştî hilbijartinê tiştekî nakin."    MA / Mehmet Guleş