Li Yazixanê dibistan heye, lê rê tune! 2021-10-26 09:07:02 MELETÎ - Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Abdûrrahman Serttaş a navçeya Yazixanê, her roj di rêyên talûke re diçin û tên.  Li navçeya Yazixan a Meletiyê rêya bejahî û rêhesina ku di orta refuja rêbejahiyê re derbas dibe, ji bo peyayan talûkeyeke mezin didin der. Rêbejahî û rêhesina ku taxên navçeyê yên li hêla rojhilatê ji hev vediqetînin, ji ber ku serbihur û bin buhurek wan nîn e, talûkeya ji bo peyayan zêdetir dikin. Xwendekarên ji neçarî diçin Dibistana Seretayî ya Abdûrrahman Serttaş a li Taxa Dogûşê, gava diçin dibistanê mecbûr di van rêyan de diçin û tên.    SERBUHUR TUNE   Zarok ji bo biçin dibsitanê, her sibeh ji bêgavî di van rêyan de ku gelek wesayît tê re diçin û tên, diçin û tên. Di rêhesinê re rojê herî kêm 6-7 caran trênên balhigir diçin û tên. Çendî li dor rêhesinê têl hatibin bicihkirin jî, lê ji bo derbasbûyînê hin dever hatine vekirin. Pirî caran zarok di van cihên vekirî re diçin û tên.    PEYARÊ XERABE NE   Her wiha rêbejahiyên li çep û rastên rêhesinê jî cihê talûkenî mezin in. Peyarêya li hêla çepê ya rê jî xera bûye û li ser wê sitiriyên ji qama zarokan bilindtir çêbûne. Zarokên ku ji ber van sitiriyan nikarin di ser peyarêyê re biçin, ji bêgavî di rê de diçin û tên. Lewma hem malbatên zarokan hem jî şêniyên taxê ji ber vê bifikar in.    BINBUHUR   Serbûn Dogan ku 4 biraziyên wî li Dibistana Seretayî ya Abdûrrahman Serttaş dixwînin, anî ziman ku biraziyên wî her roj di van rêyan de diçin û tên û got: "Ji ber ku di bin rêhesinê de binbuhrek tune ye, ev rê ji bo zarokan talûkeyeke mezin e. Em zarokan bi tenê naşînin dibistanê. Lê car heye karê me heye, wê çaxê ji bêgavî bi tenê diçin. Wê çaxê jî em diqilqilin gelo zarok ketin an trên tê yan na. Em dixwazin şaredarî peyarêyan paqij bike û ji bo rêhesinê binbuhurekê çêbike."    ‘DIBE KU WESAYÎT LI WAN BIQELIBIN'   Dogan, rêbejahiya ku zarok tê re diçin û tên nîşan da û got: "Wekî ku hûn dibînin rê ji sitiriyan xalî nabe. Zarok ji ber van sitiriyan nikarin di peyarêyan de bimeşin. Mecbûr di rê de diçin û tên."    Dogan, destnîşan kir ku gelek caran zarok hindik mane di bin wesayîtan de bimînin û xwest ev pirsgirêk bê çareserkirin.