'Heta ku em cenazeyan wernegirin, em ê li ber xwe bidin' 2021-10-26 09:20:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku Dayikên Aştiyê li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin, di roja 21'an de didome. Jinên ku di çalakiyê de cih digirin axivin û gotin: "Heta ku em cenazeyan wernegirin em ê ji vir neçin."   Hêzên PDK'ê di 29'ê tebaxê de komeke ji 7 endamên HPG'ê pêk dihat kiribûn kemînê û 5 ji wan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû. Endamek HPG'ê jî sax rizgar bûbû. Dayikên Aştiyê yên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di encama êrişa hêzên taybet ên PDK'ê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya dayikan ya li ser sînor 21 roj in berdewam dike. Rêxistinên li herêmê beşdarî çalakiyê dibin û piştevaniya Dayikên Aştiyê dikin.    Hevseroka Meclîsa Bajaroka Sêgirê ya girêdayî Bajarê Dirbêsiyê Wîsam Mehmûd Osman û Endamê Meclîsa Bajarokê Tilê ya Sêrêkaniyê Danîyal Şêxî derbarê çalakiya ku ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin,  ji ajansa me re axivîn.    'ÇIMA CENAZEYAN NADIN'   Hevseroka Meclîsa Bajaroka Sêgirê Wîsam Mehmûd Osman, anî ziman ku heta ku ew cenazeyan nestînin ew ê gavekî paşve neavêjin û wiha axivî: "Em ji Dirbêsiyê hatine û ev 2 rojin em tevlî vê çalakiyê bûne. Hatina me ya vir ew e ku em ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bibêjin ji xiyanetê re êdî bes e. Ji ber ku hikûmeta Başûr di bin bandora Erdogan de ne.Wê bakur heta kengî bi Erdogan re hevdîtinan bike û hevalên me bikujin? Niha cenazeyê 5 hevalên me destê wan de ye. Qasî ku em dizanin ji van 5 cenazeyan 2 ji başûr in û 2 jî ji Rojavayê Kurdistanê ne. Heta ku cenazeyên me nedin me em ê li vir bin. Çima cenazeyan nadin? Ji ber ku naxwazin ku rastiya wan derbikeve holê. Lê em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji ber ku fikir û ramanê me li ser felsefeyekî hatiye afirandin. Çi karê hêzên leşkerên roj li vir heye ? Bila biçin Sêrêkaniyê, Grêspî û Efrînê rizgar bikin."    'HETA KENGÎ WÊ ÎXANETÊ BIKIN'    Endamê Meclîsa Bajarokê Tilê Danîyal Şêxî jî diyar ku PDK bi nedayina cenazeyên ciwanên Kurd careke din dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd îlan kiriye û got : "Çalakiya me di roja 21'an de didome.Em weke bajarê Dirbêsiyê ev roja 2'an li virin. Heta ku cenazeyan nedin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Barzanî bi awayeke aşkere destê xwe daye destê tirkan û îxanetê dike. Xeta kengî wê îxanetê bikin? Gerîla û eskerên tirk şer dikin. Çi karê peşmergeyên Barzanî li wire? Peşmergeyên ku li wir hatin kuştin ne şehidîn. Kesên ku li dijî kurdan radibe ne şehîde.Mala Barzanî ji tirkan re koletiyê dike. Çûyina Barzanî ya Tirkiyeyê tê çi wateyê? Heta ku cenazeyan radestî me nekin em ê ji vir neçin. Em ê cenazeyên xwe bistînin û bi merasîmekî defin bikin. Em cenazeyan xwe dixwazin û heta ku em nestînin jî em ê berxwe bidin."   MA / Zeynep Durgut