Êrişa li ser girtîgehê şermezar kirin: Bertekên xwe nîşan bidin 2021-10-26 13:59:16   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û malbatên girtiyan, êrîşa gardiyanan a li dijî girtiyan a li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û ev bang kirin: "Ji bo pêşîgirtina îşkence û mehmeleya xerab a li girtîgehan, em bang li hemû derdorên hesas ên demokratîk dikin ku bertekên xwe nîşan bidin."    Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, duh gardiyanan bi ser qawîşan de girtibûn û gef li girtiyan xwaribûn ku Sirûda Îstîklalê bixwînin û jimartina li ser piya bidin. Girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nekirin gardiyanan êrîşî wan kir û li wan dan. Girtiyê bi navê Mehmet Alî Çevîk ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Her wiha hat ragihandin ku gelek girtî jî ji dest û lingên xwe birîndar bûne. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û malbatên girtiyan, xwestin ku derbarê mijarê de li ber deriyê girtîgehê daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê bêriya wê ber deriyê girtîgehê ji hêla polîsan ve hat dorbêçkirin. Tevî hemû hewledanên HDP'yî û malbatan polîsan bi hinceta "qedexe walitiyê" nehişt daxuyanî bê dayîn.    'GIRTIYAN ŞANDEYEKE LÊKOLÎNÊ DAXWAZ KIR'    Li ser vê HDP'yî û malbat çûn ber avahiya HDP'ê ya bajar û daxuyanî dan. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Denîz, diyar kir ku di dema êrîşê de gelek girtî bi giranî birîndar bûne û agahiyên ku ji malbatên girtiyan girtine wiha ragihand: "Li du qawişên cuda polisan li girtiyên ku jimartina li ser piya qebûl nekirine dane. Di hevdîtinên ku bi malbatên girtiyan re kirin de diyar kirin ku gardiyanan êrîşî wan kirine, gelek ji girtiyan birine nexweşxaneyê, hin hevalên wan ên li nexweşxaneyê hatine derbkirin û hîn ji wan jî wê bên emeliyatkirin. Kesên ku hatine dermankirin jî avêtin hucreyan. Girtiyan di hevdîtinan de daxwaz kirine ku rapora derbkirinê werbigirin û divê şandeyek biçe girtîgehê û girtîgehê lêkolînan bike."    BANGAWAZÎ   Denîz, di berdewama axaftina xwe de banga hestiyariyê kir û ev tişt got :" Têkildarî vê mijarê em bang li hemû derdorên hesas ên demokratîk dikin ku ji bo pêşî li îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan bê girtin, bertekên xwe nîşan bidin."    Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.