'Bila girtiyên nexweş bên berdan' 2021-10-26 15:27:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebata Roja Mafê Nexweşan li gelek bajaran ji bo balkişadina ser rewşa girtiyên nexweş şaxên ÎHD'ê daxuyanî dan û ragihandin ku di sala 2020'an de 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û daxwaz kirin ku girtiyên nexweş bên berdan.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), ji ber Roja Mafê Nexweşan a Cîhanê, di serî de Enqere li gelek bajaran daxuyanî da û daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan. Li Enqerê daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Sevîl Tûrgût di daxuyaniyê de axivî. Tûrgût, diyar kir ku neberdana girtiyên nexweş binpêkirina mafan e û got ku divê ev maf ji bo girtiyên nexweş bê garantîkirin. Tûrgût, bi lêv kir ku daneyên derbarê girtiyên  nexweş de nayên parvekirin û da zanîn ku ew bi serlêdanên ku tên kirin û agahiyên ku dikevin ser çapemeniyê daneyan berhev dikin û wiha got: "Lİ girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Lê hejmara rasteqîn hê bêtir e. Wezareta Edaletê daneyan bi raya giştî re parve nake.    89 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE   Di berdewamê de Tûrgût, pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş dijîn rêz kirin û agahî da ku di sala 2020'an de 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û 6 girtî jî ji ber ku hatine ber mirinê hatine berdan û piştî demeke kurt a berdana xwe jiyana xwe ji dest dane. Tûrgût, destnîşan kir ku ji van girtiyan 23 kesan ji wan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Tûrgût, daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan û bang li Wezareta Edaletê kir ku berpirsyariya xwe ji bo girtiyên nexweş bi cih bîne û xwest ku girtiyên nexweş li nexweşxaneyên guncav bên tedawîkirin.    GELEKE NAVENDAN HEMAN DAXUYANÎ HAT DAYÎN     Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Îzmîr, Wan, Edene, Mersîn, Antalya, Îskenderûn û Êlihê jî bi heman armancî daxuyanî dan û daxwaz kirin ku girtiyên nexweş bên berdan û tedawiyê wan bên kirin.