Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin 2021-10-27 09:13:42 WAN - Parêzer Sevda Aydin, anî ziman ku girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin bi sê awayan tên cezakirin û bi van pêkanînên ku perçe bi perçe ji hêla organên qanûnçêkirinê ve tên pêkanîn re rejîmeke înfazê ya despotîk tê avakirin.  Qanûna înfazê ya nû, astengiyeke mezin e ji bo berdana girtiyan. Piştî ev qanûn hat pêkanîn li girtîgehan komîsyon hatin avakirin û ev komîsyon girtiyên înfaza xwe temam kirine bernade.    Hiqûqnas Sevda Aydin, diyar kir ku qanûna nû ya ku li girtîgehan pêk tê, ji bo girtiyên siyasî rêbazekek "cezakirinê" ya nû ye."    Aydin, anî ziman ku girtîgeh veguherîne "navendên îşkenceyê" û bi qanûnên ku qanûnçêkir perçe perçe wan pêk tînin înfazeke rejîmê ya despotîk tê avakirin. Aydin, ji bo vê balkişand ser "qanûna înfazê" ya vê dawiyê hat çêkirin ku pêşî li ber berdana girtiyan digire.    CEZAKIRINEKE BI SÊ MERHELEYÎ   Aydin vê pergalê wekî "pergaleke cezakirinê ya 3 merheleyî" pênase kir. Aydin, destnîşan kir ku kesekî bê girtin carekê tê cezakirin, lê li Tirkiyeyê 3 caran tê cezakirin. Aydin, bilêv kir ku ewilî li dadgehên alîgir mafê wan ê darizandinê tê binpêkirin û tên cezakirin û got: "Li girtîgehê jî bi tecrîdê û binpêkirina mafan cara dudoyan tên cezakirin. Û niha jî bi pergala înfazê re berdan tê astengkirin û ev jî ya sisêyan e."    DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE'   Aydin, destnîşan kir ku sererastkirina nû di gelek waran de bi problem e û dibe sedema binpêkirina mafên mirovan. Aydin got: "Ev sererastkirin dijî mafên girtiyan e. Mafê girtî heye ku bi awayekî mirovî bi muameleyekê re rû bi rû bimîne. Lê ev maf tê jibîrkirin û 6 mehan carekê nirxandina rewşa girtî dijî rûmeta mirovahiyê ye."      BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ   Aydin, destnîşan kir ku rêzikname û û pêkanînên ku pêk tên gelek mafên sereke yên girtiyan binpê dikin û çend şert û mercên berdanê hene jî, lê desteyên çavdêrî û îdareyê bi biryarên kêfî berdanê asteng dikin. Aydin, ji bo cezayê dîsîplînê yên li girtiyan tên birîn û bi vî awayî berdana wan tê astengkirin jî desnîşan kir ku dijî hiqûqê ne û cezayên dîsîplînê yên di bin navê cezayê hucreyê de tên birîn, dijî normên mafên mirovan e.      MA / Dîndar Karataş