Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin 2021-10-27 09:13:46 SÊRT - Dê hînkarê qursa Qur'anê D.M. ku bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokekî kir, di 26'ê Mijdarê da bê dadgehkirin. Hat gotin ku bavê D.M. ji bo kurê wî bê berdan û ser dosyeyê bê girtin serî li hin kesên AKP'î daye.  Li Sêrtê hînkarê qursa Qur'anê ku du salan li ser hev bi awayekî sîstematîk tecawizî zarokekî 15 salî yê qursa Qur'anê kir, dê di 26'ê Mijdarê de bê dadgehkirin. Piştî ku bûyer kifş bû D.M. di 12'ê Cotmehê de hat girtin û bi lez û bez, di 12 saetan de, îdianameya derbarê wî de hat amadekirin. Ev yek jî bû cihê fikarin ku "tê xwestin ser dosyeyê bê girtin.' Tê gotin B.M., bavê D.M., ji bo ser dosyeyê bê girtin serî li hin AKP'iyan daye.    Derket holê ku li navçeya Tilloyê, hînkarê qurseke Qur'anê ya girêdayî Medreseya Mele Burhaneddîn D.M., di navbera 2019-2020'an de bi awayekî sîstematîk tecaawizî zarokekî kiriye. Gava mamosteyê zarokê D.M. tecawizî wî kiriye, dibîne zarok ketûm bûye, mamoste bi zarok re diaxive û bi vî awayî kifş dibe ku zarok hatiye tecawizkirin. PIştî vê mamoste giliyê D.M. dike.    RAPORA ATK'Ê   Piştî îfadeyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfadeya zarok wergirt. ÇÎM'ê piştî îfadeyê raporek amade kir û di raporê de diyar kir ku tiştên zarok dibêjin li hev dertê. Her wiha di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de jî hat destnîşan kirin ku zarok bi awayekî sîstematîk hatiye tecawizkirin. Di rapor ku di 16'ê Îlonê de hat amadekirin de, hat diyarkirin ku di laşê zarok de nûveyên tecawizê hatine tespîtkirin.    GEF LÊ XWARINE    Beyanên zarokekî ku wekî şahid hatiye guhdarkirin û di îdianameyê de cih girtine jî bûyera tecawizê piştrast dikin. Zarokê mexdûr jî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku ev bûyer ji Îlona 2019'an heya Adara 2020'an dewam kiriye û D.M. gef lê xwarine û jê re gotiye "heger tu ji kesekî re bibêjî dê qiyamet rabe." Her wiha beyanên suxrekarekî jî di îdianameyê de hene. Suxrekar di îfadeya xwe de gotiye, zarok jê re gotiye dixwaze ji wargehê derkeve.    DANIŞÎN DI 26'Ê MIJDARÊ DE YE   Îdianameya ku bi lez û bez hat amadekirin, ji alîyê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê ve hat qebûlkirin. Dê D.M. di 26'ê Mijdarê de bê dadgehkirin.    BAV DIXWAZE WÎ HELAL BIKE   Her wiha tê gotin ku B.M., bavê D.M. jî ji bo kurê xwe bi xelasê bixe hevdîtin bi hin AKP'iyan re kiye û di nav van kesan de Parlementerê AKP'ê yê Sêrtê Osman Oren û kardêr Ethem Sancak jî hene. Tê gotin B.M. ji van kesan xwestiye ku dosye bê girtin û ya hatiye kirin" bêbextî" ye.