Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin 2021-10-27 11:19:28   STENBOL - Endama Lijneya Koordînasyona DÎB’ê Ayşegul Devecîoglû, diyar kir ku bi tezkereyan çavkaniyên welat ji sermayeya şer re tên veqetandin û wiha got: “Divê ji vê rewşê re deng were derxistin.”   Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan pêşkêşî Meclîsê hatibû kirin, duh bi dengên AKP’ê, MHP’ê û ÎYÎ Partiyê hat qebûlkirin û ji bo 2 salan hat dirêjkirin. Ji bo tezkereyê HDP’ê, CHP’ê û TÎP'ê dengê 'na' bi kar anîn. Bi erêkirinê re raye ji Serokkomar Erdogan re hate dayin ku li her du welatan leşkeran bi cih bike û operasyonên derveyî sînor pêk bîne.     POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ KURDAN DIDOMIN    Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, qebûlkirina tezkereyê nirxand û diyar kir ku bi biryarê hat nîşandan ku hem li hundir hem li derve wê polîtîkayên ewlehiyê werin domandin. Tahmaz, bi bîr xist ku ev tezkere ne cara yekemîn e li Meclîsê derbas dibe û destnîşan kir ku Tirkiye ji mêj ve Kurdan weke ‘gefa ewlekariyê’ dibîne. Tahmaz, bi lêv kir ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan didomîne û wiha got: “Tirkiye her tim polîtîkayên ku zextê li kurdan bike bi rê ve bir. Bi van polîtîkayan heta vê rojê tu encam negirtine.”   Tahmaz, da zanîn ku di encama polîtîkayên derve yên mîlîtarîst yên Tirkiyeyê de li hundir hin bêhtir netewperestî û şer rû dide û wiha berdewam kir: “Yanî polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê êdî amûreke polîtîkaya xwe ya navxweyî ye.”   ‘HELWESTA CHP’Ê HÊVÎ DIDE’   Tahmaz, bal kişand ser helwesta CHP’ê ya li dijî tezkereyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta îro CHP’ê helwesteke wisa zelal nîşan nedabû. Ev jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û vê qeyrana em tê de ne hindik be jî hêviyeke.”   ‘ÇAVKANÎ JI ŞER RE TÊN VEQETANDIN’   Endama Lijneya Koordînasyona Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) Ayşegul Devecîoglû jî diyar kir ku desthilat politikayeke ‘êrişkar û dagirker’ li derve bi rê ve dibe û wiha got: “Tişta herî girîng jî çavkaniyên welat ji sermayeya şer re tê veqetandin. Şûna ku ji bo pêdiviyên bingehîn ên mirovan werin veqetandin û ji sermayeya şer re tê veqetandin. Ji xwe tişta ewil mirov jê re îtîraz bike ewe ku çavkaniyên welat şûna ku mirovan bidin jiyîn, ji bo kuştina wan tê bikaranîne.”   HELWESTA MUXALEFETÊ   Devecîoglû, bal kişand ku di dengdayîna tezkereyê de partiyên di nava Tifaqa Milet de ji hev cuda tevgeriyan û wiha axivî: “Heta niha muxalefetê nekariye dijberiyeke hevgirtî û aştiyane li hemberî siyasetên Erdogan ên neteweperestî û tirsandina civakê bigire. Heta îro zêdetir rêyeke ku siyaseta şer a desthilatê bişopînin, dimeşand. Vê carê CHP'ê di deqeya dawî de fikra xwe guherand. Bi ya min ev pir girîng e.”     MA / Kadîr Güney