Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin 2021-10-27 12:15:21   RIHA - Mehmet Ocalan, diyar kir ku cezayê "pêgermokiyê" ku li kekê wî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn pêkanîneke taybet a Îmraliyê ye û ji bo astengkirina nêrinên wî hatiye çêkirin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji 27'ê tîrmeha 2011'an ve bi hinceta "muxalefeta hewayê" û "koster xerabe" ye hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin. Parêzerên ku hemû serlêdanên wan hatin redkirin, hevdîtina wan ên bi muwekîlên wan re bi Rewşa Awarte ya ku 20'ê Tîrmeha 2016'an hate ragihandin re 4 caran bi qedexekirina 6 mehan hate astengkirin. Piştre di 23'ê îlona 2020'an de bi hinceta "Nexşerê" ya ku Ocalan di sala 2009'an de bi parastina xwe re ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû ji bo 6 mehan hevdîtina wî ya bi parêzeran wî re hat qedexekirin.    Parêzerên ku serlêdanên wan ên hevdîtinê bi vê hincetê bê encam man hîn bûn ku di meha çileyê de ji bo Ocalan cezayekî nû yê dîsîplînê hatiye birîn. Lê belê rexmî ku ev ceza di 23 'ê adarê de qediyaye jî ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiv ji bo serlêdanên parêzeran nayê dayîn. Herî dawî beriya çend rojan hat hînbûn ku di sala 2018 'an de ji ber "pêgermokiyê" cezayê disîplînê li Ocalan hatiye birîn. Hevdîtina bi Ocalan re 3 mehan bi hinceta vî cezayê hat qedexekirin. Mehmet Ocalan, derbarê cezayê "pêgermokiyê" ku li kekê wî Ocalan hatiye birîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'JI BO QEDEXEYÊ HINCET ÇÊDIKIN'   Ocalan, destnîşan kir ku 2 sal in bi Rênerê PKK'ê Ocalan re hevdîtin nekirine û serlêdanên wan ên ji bo vê nayên qebûlkirin. Ocalan, destnîşan kir ku qedexe ne qedexeyê 2 mehan, 6 mehan û salekê ne qedexeyeke giştî heye û ji bo cezayê ku bi hinceta "pêgermokiyê" li Ocalan hatiye birîn jî wiha şîrove kir: "Ew bixwe tiştekî çêker ava dikin. Ev ne qanûnî ye. Ji bo qedexeyê hincetan çêdikin. Ji bo werzîşê bi qasî saetekî ji hucreya xwe derdikeve. Cihê ku lê pêgermokiyê dike teng e, bi qasî odeyekê ye. Li Tirkiyeyê ji bo hemû girtiyan çi tê pêkanîn bila ji bo Serok jî heman tişt bê pêkanîn. Em tiştekî cihê naxwazin. Lê li Îmraliyê pêkanîneke taybet heye."   'LI ÎMRALIYÊ ÇI DIBE?'   Ocalan, xwest ku mafên qanûnî yên kekê wî bên nasîn û ev tişt gotin: "Gelek xetere ye. Ev ne rewş nayê qebûlkirin. Heke ev dewlet dewleta hiqûqê be, ev tişt nayê qebûlkirin. Heke weke welatiyekî ji rêzê bê dîtin, ev pêkanîn ne rast in. Divê qanûn, hiqûq, bêyî cihêkarî bên pêkanîn. Lê nabe. Malbat du sal in nizanin ka li Îmraliyê çi diqewime. Du hevdîtinên telefonê çêbûn. Dîtinên din tune ne, dîtinên fîzîkî tune ne. Li wir çi diqewime? Sedem jî pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê ne. Bi giranî li ser kurdan e û her kes vê dizane. Eger deriyê Îmraliyê vebe yê ku giraniyeke xwe ya mezin di nava kurdan de heye Serok Ocalan e. Ji bo ku deng dernexîne pêşî li wî tê girtin. Sedem siyasî û polîtîk e. Em wek malbat mafên mirovane daxwaz dikin. Em tiştekî cuda naxwazin. Em daxwaz dikin ku girtiyên din bi çiqas diaxivin Ocalan jî ewqas biaxive. Em daxwaza tiştekî cuda nakin."   MA / Mujdat Can