Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye 2021-10-27 12:36:46   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 233’yemîn a Nobeta xwe ya Edaletê de ev peyam parve kir: “Li Tirkiyeyê di bingeha vê rewşa nebaş a her qadê de bêedaletî heye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 233’yemîn de didome. Malbata ku di saetên serê sibê de hat pêşiya edliyeyê, li qada ku weke “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir.    DAXWAZA EDALETÊ    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Tirkiyeyê di bingeha vê rewşa nebaş a her qadê de bêedaletî heye. Ji bo bi hêviya ku em demekî nêzîk de vegerin dewleta hiqûqê berxwedana me ya li pêş edliyeyê di roja 233’yemîn de didome. HEQ! HIQÛQ! EDALET!”