Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin 2021-10-27 14:36:00 ANKARA  - Hevserokê Giştî yê berê ye HDP'ê Selhattîn Demîrtaş, di Doza Kobanê de axivî û ev tişt got: "Heke hûn dixwazin hîn bibin dolar çima bûye 10 TL werin doza kompasê ya Kobanê bişopînin."   Li Enqerê, 7'êmîn rûniştina danişîna 5’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatiye danîn dest pê kir. Parêzer û parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Ayşe Surucu, endam û rêveberên HDP'ê yên navenda û navçeyên Enqerê û ji Eskîşehîr û Kirşehîrê gelek kes tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên din jî ji girtîgehên din bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    JI BO AŞTIYÊ XEBITÎM   Piştî tespîtkirina nasnameyan danişinê dest pê kir û destpêkê Endama berê ya MYK'a HDP'ê Pervîn Odûncû axivî û derbarê berdanê de parastin kir. Odûncû, da zanîn ku li Tirkiyeyê bawerî bi darazê nemaye, demokrasî pêk nayê û ji ber van sedeman qrîzên micid pêk tên û wiha got: "Edalet û hiqûq girîng e. Dixwazim ji edaletê bawer bikim. Demeke dirêj em girtî ne û nizanim min çi sûcî kiriye. Min li ser navê kî/ê xesar daye mal? Min kî/ê kuştiye? Ji bo ku edalet, azadî û aştî bê Tirkiyeyê xebitîm. Min siyaseta demokratîk ji xwe re esas girt û terka vê nekir."   BIRYARÊ SEROKKOMARÊ DA   Piştî Odûncû Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê girtina xwe de mafê axaftinê girt. Demîrtaş parastineke dirêj kir û ev tişt gotin:   "Dadgeha we nexwedî hêz û rayeya ku biryareke hiqûqî bide. Di hefteya borî de li ser podyumên siyasî siyasetmedarên ku welat bi rê ve dibin, encama vê darizandinê dê çi be ragihandin. Serokkomarê welat hem mutalaa, hem biryara navberê û hem jî biryarê aşkera kir. Hevpîşeyê wî yê biçûk jî hîn bêhtir çû, bi gotina 'Bila Dadgeha Bilind bê girtin' bi awayekî vekirî mudaxleyî hiqûqê kir. Ev pênc sal in hê jî têra hin kesan nekiriye. Di dema pêş de hilbijartinên serokkomariyê hene. Endamên dadgeriyê yên di dozên komploya siyasî de hatin wezîfedarkirin, rewşeke ku bi biryara dawî ya DMME û heyeta pê re hat destnîşankirin, ji bo AKP-MHP'ê bi dest bixe dixebitin. Dadgehê gelek biryarên navberê da. Got, "Biryara DMME me girê nade." Ez xala 90'emîn a Destûra Bingehîn nas nakim . Organeke dadgeriyê ya ku DMME'yê nas nake, çawa li ser navê hiqûqê me darizîne?   SEROKKOMAR WE TAYÎN KIRIYE   Me argumanên pêwîst kirin. Me parastinên xwe ji ber berpirsyariya li hemberî gelê xwe kir. Naxwe, ji bo darizandina min û tu hevalên me tu delîleke we ya şênber nîne. Lê delîlên derew hene, şahidên derew hene. Serokkomarê welat ku zêdeyî nîvê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) wezîfedar kiriye, endamên Saziya Dadger û Dozgeran (HSK) wezîfedar dike. Endamên HSK'ê jî we diyar dikin. Ji ber vê yekê, yê we li vir wezîfedar kiriye Serokkomar e. Gelo mirovekî siyasî ku di hemû mekanîzmaya dewletê de xwedî hêz e, lê serokê partiyekê ye, çima di vê rewşê de ewqasî bisekine û mudaxaleyî vê bike? Li Tirkiyeyê dozên din tune ne? Ez dixwazim jê bipirsim, gelo yekane dosyayên li dadgehên Komara Tirkiyeyê hatine darizandin ev in? Tu çima destûr nadî ku qanûn bixebite? Derdê we vê dozê weke navgîneke terorîzekirina HDP'ê û bi rêya binçavkirina me êrîşî muxalîfan dike.   BERSÛC WÊ BIBIN KUJERÊN RASTÎN   Vê yekê weke navgîneke tirsandina civakê bi kar tîne. neteweperestiyê weke dozeke operasyonên provokasyonê dibîne . Yekî din jî weke doza tolhildanê bi kar tîne. DMME, Destûra Bingehîn dibêjin, meseleya hiqûqê ye. Li dadgehan argûmana hiqûqî tê nîqaşkirin lê ev ne dadgeh e. Dema ku zexta siyasî ya li ser dadgeriyê bê rakirin, ev der wê bibe dadgeh. Rojekê teqez wê ev pêk were û yên ku li kursiyê bersûc rûniştine wê kujerên rasteqîn ên Kobanê bin.    HETA HESABPIRSÎNÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN   Heta îro min qet daxwaza berdana xwe nekiriye. Ji ber ku yê ku ez girtim e ne hûn in. Ên ku dê berdî jî hûn ê nîn bin. Li ser fermana Erdogan em li vir tên ragirtin. Em baweriya xwe bi gelê xwe tînin. Em bi rûmetî li ber xwe didin. Em vîna gel in. Em nûnerên gel ên hatine hilbijartin, berî 5 salan ji aliyê mêrên bi maske ve ji malên xwe hatin revandin. Em rehîneyên siyasî ne. Heta ku hesabê vê bêhiqûqiyê pêşî li sindoqê û piştre jî li dadgehan were hesabkirin em ê li ber xwe bidin. Em berdêla hemû gef û heqaretan didin. Em natirsin, netirsin. Em ne sûcdar in, em ewladên bêguneh ên gel in. Me ji bilî Xwedê serî li ber kesî netewandiye. Çi valakirinek e, tu kî yî ku me vala bikî? Heta ku Erdogan û Bahçelî hebin. Zilam dibêje "Destûra Bingehîn bigire." Eger hûn bi rastî jî bi rûmet bin hûn ê kincên xwe ji ser xwe biavêjin û bibêjin, "Em ê bi hukmê qanûnan zilmê li kesî nekin."   WÊ DI DEMEKE NÊZ DE RASTÎ DERKEVIN HOLÊ    Em bang li ekonomİstan dikin, dolar bûye 10 TL. Heke hûn bixwazin bizanin bê ka dolar çima 10 dolar e, werin li vê darizandinê temaşe bikin, doza komploger a Kobanê. Tu nikarî biçî û ji grafîkên aborî hîn bibî ku mirov çima ji çopê nan hildibijêrin. Budçeya 2022'an a Komara Tirkiyeyê bi qasî 170 mîlyar dolar e. Buhayê mal û xizmetên hemû saziyên Komara Tirkiyeyê 175 mîlyar dolar e. Bînalî Yildirim bi tena serê xwe xwedî dewlemendiyeke bi texmînî ya 16 mİlyar dolarî ye. Sûcên gelekî giran hatin kirin. Wê were gotin, 'em çawa bûn şirîkên van sûcan?' Ev ne tenê girtina şaş e. Dixwazin we tevlî sûcên herî giran ên dîroka komarê bikin. Hindik ma wê di demeke nêz de hûn ê bibînin ku van dosyayan jî di nav de nêlirêtî, rastiyên 15 'ê Tîrmehê, xendek, rastiyên barîqatan, teqîna Amedê ya 5'ê Hezîranê, sûrûç, komkujiya Enqereyê û dizînên hatine kirin derkevin holê. Dema ku ev derkevin holê hûn ê bibînin ku serweteke herî kêm 10 qatî mezinahiya Tirkiyeyê hatiye çêkirin.    Serokkomar, di nav 5 salan de zêdetirî 150 caran derbarê min û Doza Kobanê de daxuyanî da. Herî kêm 120 caran jî Bahçelî daxuyanî da. Hikûmetê li ser vê dozê zêdeyî 500 daxuyanî da. Lê dema ku desthilatiya xwe winda bike wê derkeve holê, sûcê wan wê dinyayê bihejîne.    EZ JI WE RE QAQIBO DIKIM   Ez weke parêzerekî bang li parêzerên dixwazin di nava vê komployê de cih bigirin dikim, dixwazin we tevlî nava sûcên gelekî giran bikin. Ez ji daxwaza berdana xwe nakim. Ya ku niha we sûcdar dikin, ne dewama girtina bi neheqî ye, lê sûcekî gelekî girantir e. Ji bo ku derbasî dîrokê bibe dibêjim ku mîna li Vizonteleyê, hingê nebe 'wey, min nebihîst, min ew nedît'. Biryara DMME'yê hemû hevalên min ên girtî eleqedar dike. Lê heke arîşeya te bi min ra be, bila hevalên min ên din biçin. Ez mineta we nakişînim. Ez siyasetmedarek im, hilbijartin tê, ez li vir siyasetê dikim. Lê azadiya hevalên min vegerînin. Rojekê wê bi vîna gel biqede û sûcên li dijî me tên kirin bêguman wê berdêla wê li pêşberî hiqûqê be.   WÊ HESAB BÊ PIRSÎN   Bi dozên komplo yên sexte darbe li vîna parlamentoyê tê kirin. AKP-MHP çima hilbijartinekê qezenç bikin? Baş e pir xweş e. Tu vê ji rêzê û hêsan dibînî. Nêzîkatiya we pir hêsan e, ez heyrana wêrekîya we me. Ez ne bi qasî we mêrxas im. Heke ez ronahîyeka sor derbas bikim ez ê bitirsiyama. Weke welatiyekî vî welatî tevlî vî sûcî nebin. Min 12 salan li parlamentoyê xizmet kir, ez vê dewletê nas dikim. Hûn ê hesab bidin. Ez ji we ra dibêjim, wê ji we pirsin. Ew ê nehêle tu kes xwe jê xelas bike. Ne ji bo çav û biriyê min ê reş. Wan dewleta tirk têk bir. Ev sed sal in kurd hewl didin dewleta tirk tine bikin, bi derew an jî bi rastî lê yên têkbirinê bi ser xistin Bahçelî û Erdogan in. Dadgerî nemaye, zanîngeh nîne, aborî nemaye, ji xizaniyê bêhna mirovan bîhn dide. Hûn welatiyên vî welatî ne. Hûn jî wekî me li wargehan mayî. Hin rojan me xwe bi xwarinekê têr kir û dibistan qedand. Tu nabînî bê ka derbarê te da çi tê kirin? Di rojekê de dolar bi 2 dolaran bilind kirin û bi trilyonan birin. Bi mîlyonan mirovên neçar in mûçeyê kêmtirîn bistînin hene. Gelo Komara Tirkiyeyê vê heq dike?    HEDÊ WE YE HÛN ME 'KUJER' ÎLAN BIKIN   Em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Em siyasetmedar in, siyasetê dimeşînin, ger em di gorê de bin jî em ê bi rê ve bidin. Çi bi we tê? Nekin. Ez ê derbarê vê dozê de zêde neaxivim. Ev 5 sal in di hemû doznameyan de me parastin kirin. DMME'yê biryarek binpêkirinê da. Niha, ez ê çi bibêjim? siyasetmedar û mirovên herî paqij, herî bi rûmet ên Tirkiyeyê li peşberî we ne. Em neketin nava şîdetê, me hewl dan aştiyê pêk bînin. Nekin. Hûn çi biryarê bidin, îhtîmal e ku ji bilî sîyasetê ne biryareke din be, lê ji bo Xwedê bifikire. Bi şev û roj çi ye ku Erdogan, Bahçelî, Soylû der heqê me de her dibêjin 'kujer'. Gelo hedê we ye ku hûn me kujer îlan bikin? Hê darizandin bi dawî nebûye lê 50 caran wan me weke kujer îlan kirine. Dadgeh li pêşberî vê yekê bêdeng dimîne.   GEL WÊ AŞTIYÊ BÎNIN   Fikara Erdogan û Bahçelî ne serxwebûna darazê ye. Dibêjin bila ji bilî wan kes mudaxale neke. Ddibêje derbarê Selo de dadgerî çi bibêje, 'hûn ê wî dernexin'. Yanî dibêje 'ez çi bibêjim ew'. Niha ez ji wte dipirsim, hûn dikarin Selo derbixin. Ka em bibînin. Bila gelê me netirse, wê gel demokrasî, aştî, wekheviyê bînin vî welatî û em ê xizmeta xwe bidomînin û di xizmeta gelê xwe de bin."   Danişîn bi parastina parêzeran didome.