Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin 2021-10-27 15:48:56   AGIRÎ - Di lêpirsîna bertil û nelirêtiyê ya ku navê Şaredara Bazîdê Yildiz Acar a HDP’ê ew îxrac kiribû derbas dibû de Ahmet Beyter ê parazvan û di heman demê de xizmê wê hat girtin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11’ê Tîrmeha 2020’an de li giliyên gel Şaredara Bazîdê Yildiz Acar îxrac kiribû û hemû têkiliyên xwe jê qût kiribûn. Vê carê jî Yildiz Acar ku li navçeyê peywîra xwe didomîne û zavayê wê bi nelirêtî û bertîlê hatin binavkirin. Mehmet Rahîm Konyar ê li navçeyê mutehidiyê dike, diyar kir ku şaredariyê ji wî bertîl xwestiye û serî li dozgeriyê da. Di çarçoveya lêpirsîna ser vê serlêdanê hatiye destpêkirin de Ahmet Beyter ê parazvan û di heman demê de xizmê Yildiz, hat girtin.    Mehmet Rahîm Konyar ê xwest sernavê xwe avahiyekê çêbike, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal vîdeoyek weşand û diyar kir ku tevî hemû hewldanên wî jî şaredariyê ruhset nedaye wî. Konyar, di vîdeoyê de diyar dike ku Şaredar Yildiz Acar û zavayê wî bertîlê jê xwestine û vîdeoyên bertîlê jî di destê wî de hene. Konyar çû Dozgeriya Komarê ya Bazîdê û bi dîmenê kêliya ku Ahmet Beyter jê re li ser fermana Acar bertîl xwest, gilî kir.    Di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de Beyter ji sûcê “Dema li ser peywîra xwe bertîl girtiye” hat girtin.