'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin' 2021-10-28 09:05:21 AMED - 5 sal berê van çaxan Azadiya Welat, DÎHA û JINHA jî di nav de bi dehan saziyên çapemeniya kurdî hatin girtin. Rojnamevanan, anîn ziman ku rejîma otorîter bi girtina saziyên çapemeniyê re hatiye avakirin.    Li gor daneyên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an bi KHK'yan 178 saziyên çapemeniyê hatine girtin. Ji van saziyan 9 jê piştî îtirazan cardin hatin vekirin.    Çapemeniya kurdî û muxalif jî nesîbên xwe ji van zextan girtin. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), AJansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), Azadiya Welat, Yuksekova Haber, Rojnameya Batman Çagdaşş, Cizre POstasi, Îdîl Haber, Guney Expres, Prestîj Haber, Urfafanatik Gazetesi, Kiziltepe'nin Sesî, KOvara Tîrêj, Kovara Çandê ya Evrenselê, KOvara Ozgurluk Dunyasi hatin girtin.   Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê (DFG) Serdar Altan, anî ziman ku girtina van saziyan dîrokeke divê neyê jibîrkirin û got: "Lewma divê em wê rojê, wê dîrokê wekî mîladekê esas bigirin." Altan, destnîşan kir ku êdî bi hikûmeteka ku dest5 avêtiye çapemeniya dîjîtal û hewl dide wê qedexe bike û tevahiya civakê bê nefes bihêle re rû bi rû ne.   ÇAPEMENIYA HEWZÊ   Altan, destnîşan kir ku piştî wê heyamê awayê çapemeniyê jî guheriye û got: "Piştî wê dîrokê çapemeniya wekî çapemeniya alîgirt tê binavkirin, bi temamî bi sazûman bû. AKP tevî şirîkê xwe MHP'ê împaratoriyeke çapemeniyê ava kirin. Zêdetirî 700 saziyên weşanê yên peykî xizmeta vana dikin. Helbet çapemeniya muxalif û ya kurdî cardin saziyên xwe ava kirin. Bi awayekî li ber xwe dan. Hê jî ew pêvajo didome. Lê divê sala 2016'an neyê jibîrkirin."    'FAŞÎZMÊ LI) HER DERÎ BELAV KIRIN'   Altan, destnîşan kir ku hikûmetmê piştî ku civakê zeptûrept kir, ajnadaya xwe ya di şert û mercên asayî de nikaribû pêk bîne, gav bi gav pêk tîne û got: "Piştî wê pêvajoyê şer bi awayekî cidî gur bû. Zextên li ser muxalifan zêde bûn. Kesên bi dengên gel hatin hilbijartin hatin girtin. Pergala Hikûmetê ya Serokomartiyê pêk anîn. Ev hemû piştî bêdengkirina çapemeniyê pêk hatin. Faşîzmê li tevahiya Tirkiyeyê belav kirin. Demokrasî bi temamî hat rawestandin. Li Îmraliyê tecrîdeke girankirî dest pê kir û ev tecrîda li her derî pêk tê. Hikûmeta AKP'ê bi vî awayî di vî 5 salî de tiştên xwestin gelek jê pêk anîn. Rejîma otorîter, bi bêdengkirina çapemeniyê re hat avakirin. Lê çapemeniya kurd hê jî bi awayekî li ber xwe dide û li dijî faşîzmê rêya xwe didomîne."    ARMANC PAQIJKIRINA RÊ   Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Ramazan Olçen jî anî ziman ku ji bo astengiyên li ber polîtîkaya qirkirina kurdan bên rakirin çapemeniya kurdî hedef hatiye girtin. Olçen, hikûmetê ji bo bigihê armancên xwe çapemeniya hewl daye çapemeniya kurdî bêdeng bike û vê yekê wekî "paqijkirina rê" wesifand. Olçen, bilêv kir ku lê belê hikûmetê hêla berxwedêr a çapemeniya kurdî daxilî nav hesabê xwe nekiriye û got: "Ev çapemeniyek ku derb ji ji êrişan xwarioye û hejiyaye, lê zûzûka bi xwe ve hatiye. Rast e îqtidarê polîtîkayên xwe pêk anîn û pêk tîne, lê li gel vê çapemeniya kurdî jî her tiştî tomar dike. Bîrekê çêdike."    AZADIYA WELAT AKADEMIYEK BÛ    Olçen, ji bo girtina Azadiya Welatê anî ziman ku girtina wê pevgirêdayî mîsyona wê ye û got: "Azadiya Welat tenê ne rojnameyk bû û ji yên herî zêde bi vê dizanibûn jî yek jê îqtidar bû. Ew, akademiyek û dibistanek bû. Tekane dibistana kurmancî û kirmanckî ya Bakur bû. Hezar, bi deh hezaran kes bi saya Azadiya Welat fêrî zimanê xwe bûn. Ez jî xwendekareke wê dibistanê me. Bi dehan nivîskar û belkî ecêb be, lê bi sedan rojnamevan gihandin. Hemû tiştên li ser asasên rojnamevaniya gel û heqiyê pêk anîn. Lewma hat girtin. Û lewma niha hê jî didome."