Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn 2021-10-28 10:06:17   MÊRDÎN - Onûr Yilmaz ê ji Girtîgeha Kirikkaleyê, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê hat kirin, diyar kir ku bi rojane cilên wî nadin wî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin.    Onûr Yilmaz ê bi hêceta “ewlehiyê” di 2’yê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê hat kirin, tiştên bi serê wî hatin bi axaftina bi telefonê ji malbata xwe re ragihandin. Yilmaz, da zanîn ku ji roja hatiye sewqkirin ve di hucreya yek kesî de tê girtin û ji ber cilên wî nadinê mecmûr maye bi rojane heman cilan li xwe bike. Yilmaz, diyar kir ku beşa jor a hewadarkirina hucreya ku lê hatiye bicihkirin, bi têlan hatiye girtin. Yilmaz bi lêv kir ku rewşa 5 girtiyên din ên bi wî re ji Kirikkaleyê sewqî Bûcayê hatine kirin jî bi heman rengî ye û ragihand ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bike.    Yilmaz, bang li parazvanên mafên mirovan kir ku biçin binpêkirinên ew dijîn lêkolîn bikin.