Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin 2021-10-28 12:22:40 ENQERE - Ligel ku cezayê 60 girtiyan bi dawî jî bûye Lijneyên Çavderiyê yên Girtîgehan bi hêcetên weke “avê bi teserûf bi kar neanî ye” , “di lêgerînan de nebûne alîkar” , “ne poşman e” , “ne bi halekî baş e” û “dikare sûc bike” daxwazên berdana wan qebûl nekirin.  Ji ber guhertina Qanûna Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê ku weke “Qanûna Înfazê” tê zanîn û Qanûna Guhertina Hin Qanûnan, berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye, tê astengkirin.    Lijneyên Çavdêrî û Îdarî yên li Girtîgehan (ÎGK) bi hêceta “ne bi halekî baş in” bi dehan girtî bernedan. Li girtiyên ku bi awayekî keyfî nayên berdan “poşmantî” tê ferzkirin. Ligel ku girtiyên bi salane di girtîgehê de ne cezayê xwe temam kirine jî bi hêcetên beredayî nayên berdan.    Me rewşa 60 girtiyên ku cezayên wan xelas bûne û nayên berdan berhev kirin.    FERZKIRINA ‘POŞMANTIYÊ’   Di hêceta girtiyên ku berdana wan tê astengkirin de ev tişt cih girtin:    “*Tevfîk Kalkan ê 55 salî, ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yan a Tekîrdag girtî ye û 30 sal in tê ragirtin, ligel ku cezayê wî xelas bûye jî bi hêcetên 'ne di rewşeke baş de ye, ji pirtûkxaneya saziyê pirtûk negirtine, li gorî rêbazên paqijiyê yên girtîgehê tevnegeriyaye, di demên cuda de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye, ne poşman e û hînî nav civakê nabe' nayê berdan. Şakir Bulbul, Aydin Akdogan û Îsmaîl Yakin ên li heman girtîgehê tên ragirtin jî bi heman hincetan nehatin berdan.    * Menderes Leyla kul i Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Tekîrdagê girtiye, bi hêceta cezayê dîsîplînê ku beriya 10 salan lê hatibû birîn, nayê berdan.    * Girtiyê nexweş Atîlla Coşkun ku li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Duzceyê dimîne û di mejiyê wî de tumor heye lazim bû beriya 6 mehan hatibûya berdan lê bi hêceta cezayên disîplînê yên derbarê wî de û ‘ne di halekî baş de ye’ infaza wî hatibû şewitandin.    * Enes Ozalp ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê tê ragirtin, diviyabû di 14 'ê Tebaxê de bihata berdan, lê Lijneya Îdarî û Şopandinê bi hêceta ‘dikare sûc bike’ berdana wî asteng kir.     TU HÊCET NEHATIN RAGIHANDIN   * Lijneya Çavdêrî û Îdarî bêyî ku tu hincetan nîşan bide infaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê girtin, şewitand û berdana wî asteng kir.    * Hevserokê HDP’ê yê Dersimê yê berê Soner Oz, Erîn Kûrtdenûr û Alî Asker Pamûkçû ku li Girtîgeha K-1 a Karakoçanê girtî ne, diviyabû di 14 'ê Cotmehê de hatibûna berdan lê bi hêceta cezayên disîplînê înfaza wan hat şewitandin.    * Ligel ku Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê rapora “rewşa baş” da Hamdîn Demîrkiran ê li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê jî, Dadgeha Înfazê ya Girtîgehê bi hêceta derbarê wî de cezayê dîsîplînê heye, berdana wî asteng kir.   * Dogan Kiliç ê li Girtîgeha Sîlîvriyê de tê girtin, ji ber biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî, nekarî ji şertê kontrola edlî sûdê bigire. Ligel ku cezayê wî di 13’ê Tîrmehê de xelas bû û biryara Dadgeha Înfazê biryara “Divê ji şertê kontrola edlî sûd bigire” da, li ser îtîraza dozgeriyê Dadgeha Cezayê Giran biryar betal kir û berdana Kiliç asteng kir.    AV BI TESERÛF BI KAR NEANÎ NE!   * Mazlûm Erdem ê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê tê girtin, divê di 24’ê Sibatê de hatibûya berdan, lê Lijneya Çavdêrî û Îdarî bi hêceta ‘av bi teserûf bikarneanî ye’ û ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî asteng kir.    * Şeyhmûs Gezer ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, bi hêceta cezayên wî yên dîsîplînê hene û ne ‘poşman e’, mafê wî yê berdana bi şertê kontrola edlî hat astengkirin.    * Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Turkoglû ya Mereşê tê ragirtin, di 7'ê Kanûna 2020'an de cezayê xwe qedand, lê belê bi hêceta cezayên berê yên dîsîplînê berdana wî hat astengkirin.    * Resul Baltacı ku 29 sal in li Girtîgeha Duzceyê tê girtin û 29 sal in di girtîgehê de ye, salek ji berdana wî re mayî, bi hêceta ‘eşyayên qedexe xistine girtîgehê’ bi biryarên ku di dozên cuda de derbarê wî de hatine dayîn, dozgeriyê infaza wî şewitand.    * Firat Can ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin û 29 sal in di girtîgehê de ye, çend roj beriya berdana wî lijneyê jê re gotibû heke tu 'poşman bi' û ji qawîşa siyasî derkevî dê bê berdan. Lê Can ev yek qebûl nekir. Lijneyê jî derbarê Can de biryara ‘ne di halekî baş de ye’ da û berdana wî asteng kir.    NEBÛNA ÎTÎRAFKAR SÛC E   * Ceylan Bozkûrt û Dîdar Bozan ên li Girtîgeha Şakranê dimînin, bi hêceta di dema hejmartin û lêgerînan de ji bo karê personelan hesan bikin ‘zêde hewl nedane, gazin kirine, qasî ku girtî bûn di helwestên wan de tu guhertin pêk nehatiye’ berdana wan hat astengkirin.     BI SERVÎSA PSÎKO-SOSYAL RE HEVDÎTIN NEKIR   * Biryara lijneyê ya derbarê Bayram Anî yê li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin de got ‘poşman nîne’ , ‘daxwaza servîsa psîko-sosyal ya hevdîtinê qebûl nekiriye’ , ‘ne amadeye ku tevlî nav civakê bibe’ û berdana wî asteng kir.    * Mehmet Savur ê li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin, diviyabû di 3 'ê Tîrmehê de bihata berdan, lê belê ji ber rapora ji aliyê lijneyê ve hat amadekirin, berdana wî hat astengkirin.    * Mûrat Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê tê ragirtin, ji ber hêcetên dîsîplînê înfaza wî hat şewitandin.”   KESÊN NEHATINE BERDAN   Navê 56 girtiyên ku Lijneya Îdarî û Çavderiyê înfaza wan şewitandin wiha ye: “Tevfîk Kalkan, Şakîr Bulbul, Aydin Akdogan, Îsmaîl Yakin, Ramazan Dûrmaz ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tên girtin, girtiyê nexweş Menderes Leyla yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Tekîrdagê dimîne, Atîlla Coşkun ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, Enes Ozalp ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê, Hevserokê HDP’ê yê Dersimê yê berê Soner Oz, Erîn Kûrtdenûr û Alî Asker Pamûkçû yên li Girtîgeha K-1 a Karakoçanê dimînin, Hamdin Demirkiran û Adnan Hamo yên li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê dimînin, Dogan Kiliç û Mahfûz Bîçen ên li Girtîgeha Silivriyê tên ragirtin, Mazlum Erdem ê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê dimîne, Şeyhmus Gezer û Medenî Fîdan ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên girtin, Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglûya Mereşê dimîne, Vedat Tûrgût, Vedat Gultekîn, Resûl Baltaci û Yakûp Vadî yên li Girtîgeha Duzceyê dimînin, Firat Can ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne, Ceylan Bozkurt, Dîdar Bozan, Leyla Yildiz, Merve Îşleyîcî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, Bayram Anî û Kazim Ateş ên li Girtîgeha Bolûyê dimînin, Mehmet Savûr û Mûstafa Akan ên li Girtîgeha Şakranê dimînin, Mûrat Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê dimîne, Îskender Agrali, Hakan Bîlekçî, Sedat Abî, Kemal Kahraman, Ekrem Kaplan, Mazlûm Dûrsûn, Servet Ozkan, Ûgûr Yîgît, Îdrîs Işik, Şaban Kanat ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin, Zozan Taş, Feride Degîş, Muazzez Korjan, Pınar Işik ên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên girtin, Sîma Dorûk, Nûrşen Tekîn ên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimînin, Abdûrrahman Aşkan ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tê girtin, Fesîh Tekîn ê li Girtîgeha Mersînê tê girtin, Ozcan Sonmez ê li Girtîgeha Qûbînê tê girtin, Zinar Demîr ê li Girtîgeha Osmaniyeyê tê girtin, Hakan Yildiz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê dimîne û Şahîn Gegez ê li Girtîgeha Bandirmayê dimîne.”   MA / Berîvan Altan