MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand 2021-10-28 12:47:03   ENQERE - Hat diyarkirin ku MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revandiye.   Hat hînbûn ku li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye parêzereke jin hatiye revandin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kriye, di 23'ê cotmehê de li gundê Kûîra yê navçeya Raco ya Efrînê jina parêzerê ya bi navê Najah Ûmar Arûs ji aliyê Rêxistina Îstixbaratê ya Tirk (MÎT) ve hat revandin. Hat hînbûn ku Arûs heta mehekê jî li Helebê bûye û li ser bangên ENKS'ê yên vegera Efrînê vegeriya gundê xwe û ji ber têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser re hatiye revandin.    Bi rêvendinê re ji 1'e cotmehê ve hejmara jinên ku li Efrînê hatin revandin derket 14'an. Yek ji van kesên ku hatibûn revandin zarok bû û Nimet Bahcet Sheiko jî ducanî bû û li ber çavê hevjînê xwe hatibû qetilkirin.