Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê 2021-10-28 14:22:37   AMED - Rojnamevan Nedîm Turfent ku li Girtîgeha Wanê girtî ye, diyar kir ku bergiriyên bi pandemiyê re hatine wergirtin, vegeriyane tecrîdeke hişk.    Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de nameyek ji Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) re şand.    TECRÎDEKE HIŞK    Turfent, da zanîn ku nêzî 5 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “Tedbîr û sînorkirina bi pandemiyê re hatin girtin, bû destpêka tecrîdeke hişk. Min hêvî dikir ku piştî derzîbûnê normalîzekirin hêdî hêdî dest pê bike. Aktîvîteyên sosyo-çandî, qurs, sohbet û hwd hê jî sînordar in. Ji ber vê yekê em nikarin sûdê jê bigirin. Serdanên vekirî tune ne, mehê du caran bi du kesan re mafê serdana girtî heye. Ji bilî vê wextê me bîst û çar saetên bi du hevalên qawişê re derbas dibe. Em gelekî dûrî civakê ne.”    HÊCETA CEZA   Turfent, di nameya xwe de qala pêvajoya darizandinê jî kir û wiha berdewam kir: “Weke ku hûn jî dizanin hemû şahidên derketin pêşberî dadgehê diyar kirin ku îfade di bin îşkenceyê de dane. Îfade pûç bûn û di dosyayê de tenê nûçeyên bi parvekirinên medyaya man. Parastinên me paşguh hatin kirin û tercûmanê ku hatibû peydakirin got ku ew têra xwe kurdî nizane.    Beriya her tiştî ez carekê jî bi awayekî fîzîkî derneketim pêşberî dadger. Dadgehên bilind vê yekê weke binpêkirineke eşkere dibînin. Wekî din dosyaya propagandayê bi endamtiyeke giran encam girt. Tişta herî trajîkomîk jî di biryara bi hêcet a dadgehê de derket holê. Dibêje ‘Ji ber nûçeyên acizker çêkirine…’ Ev jî îtîrafkirina her tiştî ye. Piştî biryarê pêvajoya îtîrazê dest pê kir.”   AYM’Ê Û DMME’YÊ NE GIRT ROJEVA XWE   Turfent, bi lêv kir ku bi awayekî kesayetî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û got: “Ji ber ku weke ‘hikumxwarî’ têm dîtin, di leza dozê de dezavantajekê derdixe holê. Her du dadgehan jî bi salan e dosyayê nagirin rojeva xwe. Bi van îxlalên wisa xuya dikin hewce bûbû dosya girtibûna rojeva xwe. Di vê mijarê de saziyên çapemeniyê û azadiya çapemenî û îfadeyê yên navnetewî dikarîn roleke sereke bilîzin. Dikarin vê weke rexneyekê jî bigirin dest.”   ‘PÊKANÎNÊN CUDA HENE’   Turfent, nameya xwe wiha bi dawî kir: “Em ê ji bo kontrola şertê edlî û biçin girtîgeha navçeyê serlêdana xwe di 29 'ê Mijdarê de bikin. Dibêjin edaleta dereng ne edalet e lê edaleta dereng jî êdî ne mimkûn e. Lê belê di nava girtîgehan de di vê mijarê de pêkanînên cuda hene . Hin girtîgeh rasterast berdidin, hinek jî tercîh dikin ku di sala dawî de wan di hundir de bihêlin. Heta qanûna di destpêka salê de hat derxistin, dikare berdana kesên ‘neguncaw’ 6 mehan were taloqkirin. Tevî ku cezayê ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn bi heman rengî ye jî, dema li hundir hatiye xerckirin cuda ye. Pêwîste Wezaret di vî warî de pratîkeke standart bi xwe re bîne.”