Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin 2021-10-28 14:35:45   DENÎZLÎ - Fûrkan Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin. Derket holê ku ji 6 sûcên cuda qeyda sabiqaya Zibinci heye.    Zilamê bi navê Fûrkan Zibinci (25) ku li navçeya Pamûkkale ya Denîzliyê duh Şebnem Şirîn (25) qetil kiribû û hatibû binçavkirin, piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Zibinci li dozgeriyê ji ber sûcê “kuştina bi qestî” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi heman sûcî Zibinci girt û şand girtîgehê.    Hat hînbûn ku 6 sûcên cuda yên weke “îstîsmara zayendî” , “xesp” , “xistina xetereya ewlehiya trafîkê” qeyda sabiqaya wî heye.    Malbata Şebnem Şirîn cenazeyê keça xwe teslîm girt û piştî merasîma ku ji bo wê li Mizgefta Mezin li dar xist veşart.