‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’ 2021-10-28 17:06:17   ENQERE - Endamên Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, di 118’emîn meha komkujiyê de careke din daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.       Endamêm Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, di meha 118’emîn a qetilkirina 19 jê zarok 34 kesên li gundê Roboskê yê Şirnexê ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin de hatin gelhev. Endamê hewldanê Tanjû Gunduzalp ê di daxuyaniya li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hat dayîn de axivî, wiha got: “Ev 118 meh in em weke gundek, gelek, civakek, welatek li edaletê digerin. Ji wê şevê ve di nava 513 hefteyan de hiqûq winda bûye, edalet nîne, her kes bêdeng e.”   Gunduzalp bi bîr xist ku komîsyona li Meclîsê ava bû tu encam bi dest nexist û wiha berdewam kir: “Daraz bêcezahiştina kesên ku qetilkirine, didomîne.”   ‘HETA KU EDALET NEYÊ ROBOSKÊ…’   Gunduzalp, bi bîr xist ku dayika Hamza Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Kadriye Encu hefteya derbasbûyî jiyana xwe ji dest da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dayika Kadriye Encu ku gotibû ‘Em hêj li ser piyan e. Em gazinker in, divê herkesên xwedî wijdan xwedî li me derkeve û tenê nehêle. Hem zarokên me dikujin hem jî me di darizînin’ hefteya derbasbûyî me winda kir. Kujerên kurê wê nehatin cezakirin. Weke dosyayên komkujiyê yên Pirsûsê, Gara Enqereyê îro jî faîl tên parastin. Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî. Heta ku Roboskê neyê ronîkirin, tiştên qewimîn ji gel re neyên vegotin, di siyaseta welat de sivîlbûyîn û demokratîk bûyîn qet çênabe.”