Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî 2021-10-29 09:06:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs anî ziman ku PDK bi hevkariya dewleta tirk re zirarê dide yekîtiya neteweyî ya kurdî û got: "PDK asteng e ji bo yekitiya kurdî. Rewşa kurdan êdî hatiye guhertin. Pêwîstiya gelê kurd bi rêz û hûrmetê heye." Li Iraqê hilbijartina pêşxwet di şert û mercên şer de yê li Herêma Kurdistana Federe bi destê Tirkiyeyê ji 23'yê Nîsanê ve hatiye destpêkirin, di 10'ê Cotmehê de hat lidarxistin. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê li gor ên berê kêmtir bû. Piraniya gel neçûn ser sindoqan û bi vî awayî bertek nîşanî hikûmeta navendî û hikûmeta herêmî dan. Nexasim jî di dema hilbijartinê de li deverên wekî Şengalê, PDK'ê serî li hin lîstikan da û ji ber vê şêniyên herêmê di dema dengdayînê de bi gelek astengiyan re rû bi rû man. Lewma tiştên ku dê piştî vê li deverên wekî Şengalê pêk bên, bûne cihê meraqê û fikaran.    Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, der barê hilbijartinên ku di 10'ê Cotmehê de li Iraqê pêk hatin, gefên PDK û Tirkiyeyê yên li ser Şengalê û geşedanên dawî yên li herêmê de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.   Di 9'ê cotmeha 2020'an de di navbera Bexda û Hewlerê peymana Şengalê hate îmzekirin. Em dîbinin ku PDK û Iraq di her firsendê de dixwaze ku vê peymanê bixê mêriyetê. PDK çima dixwaze dîsa bikeve Şengalê?   Peymana ku di 9'ê Cotmeha sala 2020'an de hatiye îmzekirin, bêyî vîna xelkê Şengalê hat îmzekirin. Di vê peymanê de temsîliyeta civaka êzidî tune ye û daxwazên wan nehatine guhdarkirin. Ev peymane ne ku di navbera PDK'ê û hikûmeta navendî de tenê pêk hatiye. Ev peyman di heman demê de bi hevkariya Tirkiyeyê hatiye îmzekirin. Tesîra Tirkiyeyê gelek li ser vê peymanê heye. Jixwe di her pêkanînan de PDK û Tirkiye hevkarên hev in. Ev peyman di navbera Iraq, Îran û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin. Jixwe di destpêkê de jî gef û zextên dewleta tirk li ser Şengalê hebûn. Dibe ku di demên pêş de li ser Şengalê êrîşek çêbibe. Xuya ye ku tehemûla dewleta tirk û PDK'ê li hebûna Şengalê nema ye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî sala 2014'an e. Di wê salê de jî  hat dîtin ku PDK'ê Şengal neparast. Dema ku civaka êzidî li gorî PDK'ê tevdigere, ew jî wê li gorî xwe bi kar tîne. Niha jî PDK dixwaze ku vegere Şengalê û li Şengalê bi cih bibe. Lê ji ber ku li hemberî planên PDK'ê û dewleta tirk metirsiyên xelkê hene rê nedan ku bi awayeke aşkere hêzên xwe yên leşkerî bi cih bikin. Tişteke xwezayî ye ku hebûna wan a siyasî li wir hebe. Lê mebest û armancên PDK'ê ne ew e ku ji bo kar û xebateke sîyasî li Şengalê bi cih bibe.    Statûya Xweser a Şengalê ji bo gelê kurd pêşketineke neteweyî ye. Lê belê PDK bi awayekî yekalî hewl dide ku li Şengalê bi cih bibe. Li gel vê bi helwesta PDK'ê gefên heyî hîn zêdetir û girantir dibin. Li gorî we PDK wê çawa bê rawestandin?   Statûya Şengalê ya xweser ji bo me firseteke neteweyî ye. Ji bo ku li dijî gefên derve bikaribin xwe bi rê ve bibin, biparêzin û statuya xwe bi dest bixin pêwîstî bi vê yekê hebû. Ji bo ku Şengal li hemberî  hêzên ku  bi salan e li devera Şengalê bi cih bûn biparêzin û ji xeynî vê pirs û pirsgêrikên xelkê Şengalê re bibin hêza çareseriyê pêwîstî bi tişteke wiha dîtin. Ne tenê di hêla leşkerî de di heman demê de ji aliyê aborî, civakî, perwerdehiyê ve jî pêwîst bû ku Şengal bibe herêmeke ku bikaribe xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe. Heta niha ji Şengalê re di aliyê xîzmetdayînê de tu kesî alîkarî nekiriye. Civaka êzidî di dema rejîma Seddam de jî bi heman aloziyan re rû bi rû bû. Di wê demê de jî pêwîstiya civaka êzidî bi xweseriyê hebû. Heta niha jî hê ev pirsgêrêk didome û tu kes xîzmeta civaka êzidî nake. Dema ku DAIŞ hat û êrişî Şengalê kir tu kesek xwedî li wan derneket. Her kes dizanî ku hişmendiya DAIŞ'ê li hemberî olên cuda ye. Ji ber vê sedemê jî hejmareke hêzên peşmergeyên PDK'ê li Şengalê hebûn. Lê dema ku civaka êzidî bi metirsiyê re rû bi rû ma, beyî ku yek fîşekekî biteqînin dev ji herêmê berdan, reviyan û çûn. Pêwîst  e ku ev rewş careke din dubare nebe. Di vê çarçoveyê de hêzên PDK'ê tu baweriyê nadin civaka êzidî. Tu xîzmetê jê re nake û li hemberî van rêz û hûrmeta wan jî tune ye. Lê hebûna xwe li ser civaka Êzidî ferz dike. Ji ber wê jî em pirsgêrêka Şengalê weke pirsgêrîkeke neteweyî dibînin. Ev bi îrade û daxwaza PDK'ê tenê nayê çareserkirin. Divê baweriyê bidin xelkê Şengalê. Li dijberî vê yeke her 2 rojan carekî li gel dewleta tirk gefan li Şengalê bixwe û êrîşan bike wê şengalî jê bawer nekin.   Em dikarîn ku bibêjin PDK ji bo ku bikeve Şengalê bi hêzên dewletên din re peymanên veşartî îmzekirine?    Îro tê gotin ku PDK bi hêzên biyanî re tevdigere. Ev hêzên biyanî kî ne? Ew hêzên ku li Şengalê disekinin hêzên hikûmata navendî ne gelo? Li Şengalê ne tenê hêzêke taybet heye. Hêzên din jî hene. Hewlên PDK'ê yên ji bo bicihbûna Şengalê çima li herêmên din jî nîne? Em wisa difikirin ku li gorî daxwaza dewleta tirk vî tiştî dike. Em rasterast dibêjin cihê ku wê PDK bikeve dê dewleta tirk jî li wir bi cih bibe. Ji ber ku îro li Başûrê Kurdistanê kîjan dever di bin kontrola PDK'ê de bin li wir hêzên tirk hene. Israra PDK'ê ya ji bo ku bicih bûna li Şengalê daxwaza Tirkiyeyê ye. Jixwe li derdora Şengalê hêz û sîxûrên dewleta tirk li gelek noqteyan  bi cih bûne. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze ku li Mûsuilê jî tirkmen û ereban b xwe ve girêbide. Dixwazin ku bi vî awayî derdora Şengalê bigirin. Bi vî rengî armanc dikin ku hemû deskeftiyên xelkê Şengalê ku bi ked û têkoşîneke mezin hatine bidestxistin tune bikin. Ev jî ji bo Şengalê û civaka êzidî gefa herî mezin e. Bila baş bê zanîn ku ew hêzên ku xelkê Şengalê terk kirin û reviyan ew heta ku ji nû ve  baweriyê nedin gel wê gelê me her tim li hemberî wan bifıkar be   Helwestên PDK'ê bandoreke çawa li ser xebatên yekitîya neteweyî dike?    Hêzên derve yên weke Tirkiyeyê ku berjewendiyên wan hene bêgûman dixwazin ku PDK li Şengalê bi cih bibe. Di navbera wan de peymanên veşartî hene û çêbûne. Ji ber ku heta vê demê jî gef û zextên wan dewam kirine. Dixwazin ku îrade û temsîlîyeta Şengalê ji holê rabe. Ji ber ku dema ku temsîlîyet û hebûna gelê Şengalê ji holê de rabû wê civaka özidî bi fermaneke nû re rû bi rû bimîne. Lewra ew hêzên ku naxwazin ku xelkê me yên özidî xwedî bi hêz bin dixwazin ku PDK li herêmê bi cih bikin. Îro rewşa ku PDK di nav de, di warê parastina berjewendiyên kurd û Kurdistanî de mirov bi şik û bigumane. Ji ber vê yekê jî di nav de hêzên navdewletî jî hene û dixwazin ku ev peymane bi cih bibe.  Îro di navbera hêzên kurd û Tirkiyeyê de şereke dijwar heye. Niha dewlete tirk bi bikaranîna çekên kimyewî qanûnên neteweyî binpê dike. Çekên herî modern bi kar tîne. Lê dewletên navneteweyî li hemberî vê dengê xwe dernaxînin. Em pêwîste ku li hemberî van xwedî bi helwest bin. Ew dewletên ku dixwazin vê peymanê pêk bînin ji bo civaka êzidî çi kirine?    Çima PDK her tim weke asteng li pêşiya kurdan radiweste ku bi berdewamî nakokîyên heyî yên di navbera hêzên kurdî de zêde dike? Divê mirov vê yekê çawa binirxîne?    Tevgerên PDK'ê bandorê li xebatên yêkitiya neteweyî ya Kurdistanê dike. Di salên 80'yab de dem bi dem hin rewşên cuda derketin holê. Di wan salan de xebata li dijî faşîzma Saddam Huseyin nêçar man û di xebateke yekitî û cepheyî de cih girtin. Ne tenê kurd hêzên iraqî jî di vê xebatê de hebûn. Lê ev qonaxa ku em îro tê de derbas dibin rewşa siyasî û hişmendiya ku di PDK'ê de peyda bûye nîşan dide. Dûrî hişmendî û parastina deskeftiyên kurdan e. Tiştên ku îro li Başûrê Kurdistanê diqewimin ne îradeya kesekî qebûl dike û ne jî hebûna kesekî qebûl dike. Hûn ragihandin û çapemeniyê bişopînin hûn ê bibîn ku bi zimaneke dijminane li hev du dixin. PDK ji yekîtiya kurdan re asteng e. Rewşa kurdan êdî hatiye guhertin. Pêwîstiya gelê kurd bi rêz û hûrmetê heye. Îro otorîtera ku li ser  eşîrtî û binemalî xwe dida pêş derbas bûye. Êdî divê kurd li her derê bibin xwedî statû. Êrişên ku hebûn û deskeftiyên kurd qels dikin û qebûl nakin hene. Em dibînin ku di aliyê sîyasî de AKP'ê PDK bi temamî xistiye bin kontrola xwe. Îro li gel dijmin mil bi mil li hemberî kurdan disekine. Bêguman pêwîst nake ku mirov li dîroka 50'î sal berê binêre. Ji ber ku di van 30 salên dawî de pêwendiya yekitiya kurd di nava trajediyeke gelek xemgîn de ye. Ji ber ku kurd bi însîyatîfa dijmin li hemberî hev sekinîne. Kurd bi destê kurd tê kuştin. Îro tişta ku em dibînin jî ne di asta şer  tenê de  yekitiya kurd tê astengkirin. Em vê li çar perçeyên Kurdistanê dibînin. Temaşe bikin ew hêzên ku îro PDK piştgiriya wan dike yek jî  ENKS  ye. ENKS îro li gel dewleta tirk mil bi mil tevdigere. Di dîrokê de dijmnahiyeke ENKS'ê ew qas nehatiye dîtin. Li Rojavayê Kurdistanê dijminahiya ku ENKS li hemberî hêzên kurd dike li hemberî dijmin nake.   Ji bo yêkitiya neteweyî ya Kurdistanê pêwîstî bi çi heye?    Li çar perçeyên Kurdistanê pêdivî bi siyasetee neteweyî heye. PDK tenê parastina malbat û eşîrekê dike. Hikûmeta tirk PDK'ê ji bo armancên xwe weke amûrekî bi kar tîne. Bi şêwazên eşîrtî û malbatî statûya siyasî nayê bidestxistin. Di esasî de PDK tenê parastina binemala xwe dike. Li tu deverên cîhanê tiştên ku malbata Barzanî bi dest xistin nehatine dîtin. Di nava van 30 salan de xwedî mîlyar dolar bûn. Ev serweta ku bi dest xistin ne bi awayekî meşrû bi dest nexistine. Peydakirin û kontrolkirina vê serwetê li dijî parastina berjewendiyên neteweyî ye. Ev aborîya ku behs jî dikin sê parê wê îro di bin kontrola dewleta tirk de ye. Dewleta tirk vê jî li hemberî PDK'ê bi kar tîne. Ev cihê xemgînîyê ye. Em dixwazin ku bi PDK'ê re yekitiya neteweyî û parastina berjewendiyên neteweyî bi he vre biparêzin. Li dijberî gelê kurd rabûn tu feydeyî nade me û tu desketiyeke netewî tê de tune ye. Bêgûman di nava kurdan de nakokî û cudabûna bîrdozîyan hene. Lewra jî dibe ku nêrînên me yên çareserkirinê cuda bin. Lê hê ku ev desketî ji destê me neçûne em bibin yek. Em divê  baldar bin. Pêwîst e ku armancên dewletên netewî baş bizanin. Em divê alozî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û pirsgêrêka heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji me kurdan re tişta elzem û pêwîst ew e ku tifaqiya xwe pêk bînin. Îro dijmin me dixapîne. Sibê karî wî bi me xelas bibe wê me biavêje aliyekî û me ji holê rake.    MA / Zeynep Dûrgût