Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê 2021-10-30 11:06:41 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê YNK’ê Zikrî Zêbarî diyar kir ku PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bi dewleta Tirk re hevkarî kiriye. Zêbarî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî jî û got ku divê gelê Kurd dost û dijminên xwe baş nas bike. Zêdetirî 6 mehin ku dewleta Tirk li Herêma Federal a Kurdistanê li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyoneke leşkerî daye destpêkirin. Tê gotin ku dewleta Tirk li herêmên şer çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê hêla din jî hêzên taybet ên PDK’ê beşdarî operasyonên dewleta Tirk dibin.  Parlamenterê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ê Parlamentoya Kurdistanê Zikrî Zêbarî derheqê nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û peywendiyên PDK’ê de axivî. Zêbarî dibêje ku partiyên Kurd ên bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin, dê di dîrokê de wek rûreş bên bibîranîn.    ‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’   Zêbarî destnîşan kir ku azadkirina parçeya herî mezin a Kurdistanê bi kêrî PDK’ê nayê û wiha domand: “Dibe ku li gel berjewendiyên aborî, yek ji sedemên hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re jî ev be. Di êrişên Tirkiyeyê de bi dehan sivîl şehîd bûn, gelek gund hatin valakirin û ev gund talan kirin. Tirkiye 50 km’an bi ser xaka Herêma Federal a Kurdistanê ve hatiye. Wek hincet jî PKK’ê nîşan dide lê ev rast nîne. Tirkiyeyê bi dehan caran hewl da ku şerekî navxweyî di nava Kurdan de derxîne. Lê divê dewleta Tirk baş têbigihe ku nifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Ev jî bi azadiya Serok Ocalan pêkan e.”     ‘ARMANC TUNEKIRINA NASNAMEYA KURD E’   Di berdewamiyê de Zêbarî diyar kir ku hewceye gelê Kurd baş bi ser armancên Tirkiyeyê bigihe û wiha domand: “Dixwaze gelê Kurd têk bibe û nasnameya neteweyî ya Kurd tune bike. Di hilbijartina berê de HDP’ê li Bakurê Kurdistanê 80 kursî bi dest xistin. Lê dewleta Tirk ev serkeftina Kurdan ranegirt û hewl da HDP’ê tune bike. Jê rêvebirên Kurdan Selahattîn Demîrtaş xistin zindanê û avahiyên HDP’ê şewitandin.”    'DIVÊ ERDOGAN BO XWE DERSAN JI SEDAM BIGIRE’    Zêbarî axaftina xwe wiha xelas kir: “Divê ku partiyên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên welat jî hevgirtî bin, yekitiya xwe ava bikin. Hewceye ti partiyeke siyasî ya Kurd nekare sînorên neteweyî binpê bike. Gelê Kurd jî divê baş lê şareza be bê ka kî dost û kî dijmin e. Serkeftina neteweyî ya Kurdan nêz e. Hêvîdarim ku Erdogan bo xwe ji dîktator Sedam Hisên dersan bigire. Sedam bi bombebaran, topbaran û êrişên kîmyewî ve 5 hezar gund wêran kirin, tune kirin. 82 hezar Kurd şehîd kirin lê nekarî Kurdan tune bike.”    MA / Omer Akin